Li Hatayê li dijî BDP’ê êrîş: Birîndar hene
Li Hatayê li dijî BDP’ê êrîş: Birîndar hene
Li Hatayê li dijî BDP’ê êrîş: Birîndar hene
Di kongreya BDP'ê ya Hatayê ku Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî beşdar bûbû rastî êrîşa komek ulkucu (nijadperestên Tirk) hat. Koma ulkucuyan ku alên tirk di destê wan de bûn di demek kin de hejmara wan gihişt 500 kesan. Koma ulkucuyan êrîşa xwe berdewam kirin û camê otobusan şkandin. Di bûyerê de gelek welatî birîndar bûn.
Rêxistina BDP'ê ya Hatayê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de li gel Selahattin Demirtaş, Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Rêveberên BDP'ê yên Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Hatayê jî di navde 600 welatî amade bûn. Di kongreyê de komeke ulkucuyan xwest êrîşî kesên tevlî Kongreya Rêxistina BDP'ê ya Hatayê bûne bikin.
Serê sibê polîsan li dijî êrîşep pêkan tedbîrên mezin girtin. Piştî Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li salona kongreyê ya Dawetê ya Samanyoluyê axaftina xwe kir bi sedan kesên dora salonê kombûn xwestin êrîşê li kongreyê bikin. Dema Demîrtaş di bin ewlehiyên berfireh de ji salonê derket koma di destên wan de alên tirk heyî dest bi êrîşê kirin. Dema polîsan hewilda komê asteng bikin piştî komê salon da ber keviran kesên tevlî kongreyê bûn jî derketin derve û bersiva wan da.
Dema Demîrtaş di axivî komek nijadperest li derve kom bûn siloganên neheqiyê dikin qêriyan. Piştî carekê polîsan êrîşkar dûr xistin, demek şûnde dîsa koma ulkucuyan zêde bû û bi 500 kesan êrîşek din pêk anîn. Komê nijadperestan ku komên ji 20 30' kesan pêk dihatin belav bûyî rawestiyan û êrîşên xwe berdewam kir. Demîrtaş piştî axaftinan di bin detbîrên mezein de ji salonê dûr ket. Demîrtaş, bi 2 maşîneyên zirxî û 2 maşînên sivîl ên polîsan ji salonê dûr ket.
Piştî kongreyê welatiyên tevli kongreyê bûbûn dema xwestin derkevin derve rastî êrîşê hatin. Ji ber ku di êrîşê de hêjmara ulkucuyan ên êrîş kirin zêde bûn polîsan mi duxaleyê de zahmetî kişandin. Welatiyên ku bi 8-9 otobusan ji herêma kongreyê dûr ketin maşînê wan rastî êrîşê hat û camê otobusên wan hatin kişandin. Dema otobusa diçû navçeya Erzinê di rêde rastî komek êrîşkar hat. hat zanin ku hêj gelek welatî li salona kongreyê asê mane.
Ji ber êrîşê ziyaretên Kilise û Egitim Senê hatin betalkirin. Selahattin Demirtaş pişter li rêveberên BDP'ê geriya û diyar kir ku li navçeya Belenê koma ji 200 kesan pêk tê û xwest endamên BDP'ê ji salonê dernekevin.
Li Hatayê alozî berdewam dike.