Li Hatayê 5 girtin li Mereşê 16 binçavkirin
Li Hatayê 5 girtin li Mereşê 16 binçavkirin
Li Hatayê 5 girtin li Mereşê 16 binçavkirin
Li Dortyolê 5 kesên bi sedema tevlî çalakiyên piştgiriya ji Kobanê re bûne hatin binçavkirin, hatin girtin. Li Zanîngeha Sutçu Îmam a Mereşê jî 16 xwendekarên Kurd ên rastî êrîşa ulkuciyan hatin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li Navçeya Dortyol a Hatayê 5 kesên danê sibehê bi sedema tevlî çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Kobanê bûne hatin binçavkirin piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ridvan Orak, Kadîr Sert, Abdullah Bayik Bayan, Vahît Tuna û Azat Atici hatin girtin. Hat ragihandin ku welatiyên hatin binçavkirin bi sedema, “Dibe ku endamên rêxistinê bin” û "Tevlî xwepêşandana bêdestûr û meşê bûne” hatin girtin û şandine Girtîgeha Sergirtî Tîpa E a Skenderûn.
Piştî êrîşa ulkuciyan a li hember xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Sutçu Îmam a Mereşê 16 xwendekar hatin binçavkirin. Ulkuciyên danê êvarî li otobusa xwendekarên Kurd têde siwar bûn, li hevalên xwe geriyan û ji wan re gotin, "Em li otobusa ku terorîst têde ne, siwar bûne, werin sûkê” û hewl dan êrîşî xwendekaran bikin. Piştî xwendekarên Kurd xwe parastin polîsên hatin cihê bûyerê xwendekarên Kurd kirin binçavan. Yek ji xwendekarên Kurd Îbrahîm Adibellî yê hat binçavkirin got ku polîsan bi taybet xwendekarên Kurd û yên ji herêmê kirine binçavan. Çavlirê ye 16 xwendekarên hatine binçavkirin û navê wan nehat zanîn piştî îfadeyên wan bên girtin bêne berdan.
Li gel vê hat ragihandin ku ji koma ulkuciyan a êrîşî xwendekaran kiriye kes nehatiye binçavkirin.