Li Hannoverê qada Halîm Dener

Li Hannoverê qada Halîm Dener

Li bajarê Hannover a Almanyayê pîrozbahiya 1’ê Gulanê ku li Qada Klagesmarkt pêk hat, navê qadê wek ‘Qada Halîm Dener’ hat guhertin.  Komên dij-faşîst ên Alman diyar kirin ku ew qetilkirina ciwanê Kurd Halîm Dener yê k udi 1994’an de ji aliyê polîsên Alman ve hat qetilkirin ji bîr nekirine.

Li Hannoverê 1’ê Gulanê wekê her sal îsal jî li Qada Kalgesmarktê bi tevlibûna hezaran kesî pêk hat.  Komeleya Çanda Kurd a Hannover bi 3 standan tevlî şahiya 1’ê Gulanê bûn û di seetên serê sibê de dest bi meşê kirin.ciwanên di bin bana komeleyê de xebatan dimeşînin ji bo azadiya Ocalan îmze kom kirin.

Stand bi du xwarin û ekîba reqsê ya Amedê elqeyek mezin dît. Danezanên  ku Peyma 1’ê Gulanê ya YEK-KOM’ê hebû û broşur hatin belavkirin.

Her wiha Qada Klagesmarkt ji aliyê ciwanên dij-faşîzmê ve wek qada ‘Halîm Dener’ hat guhertin. Ciwanê Kurd Halîm Dener di 16 saliya xwe de Hannoverê di 29’ê hezîrana 1994’an de dema afîş didaliqand ji aliyê polîsê Alman ve hat kuştin.