Li Hamburgê ji bo komkujiya Maraş, Roboskî û Parîsê meş
Li Hamburgê ji bo komkujiya Maraş, Roboskî û Parîsê meş
Li Hamburgê ji bo komkujiya Maraş, Roboskî û Parîsê meş
Li bajarê Elmanya Hamburgê duh di saet 18.00’ê şev de ciwanan ji bo komkujiya Maraş, Roboskî û Parîsê meşek li darxistin. Komekî Kurdistaniyên ku li taxa herî qerebalix a Hamburgê Mönckebergstraße’ê civiyan. Ciwanên Elman yên antifascist bi armanca şermezarkirina komkujiyên Maraş, Roboskî û Parîsê meşekî korsan li darxistin.
Ciwanên ku bi navê Înisiyatîfa Ciwanên Apocî yên Hamburgê xwe bi nav kirin di dema meşê de li ser hev dirûşmayên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayên Apo ne”, “Bi can bi xwîn em bi terene ey Serok” û bi zimanê Elmanî “Ji bo Ocalan azadî û Kurdistanê re aştî”, “Ji bo komkujiyên li Kurdistanê êdî dawî” û “Her bijî piştgiriya enternasyonal” qêr kirin.
Di çalekiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG, Komaleyên Ciwan, PYD û KJB’ê û wêneyên li ser komkujiya Roboskî û pankartên bi Elmanî hatin vekirin.
Di dema komkujiyê de belavûkên ku komkujên Roboskî, Maraş û Parîsê vedigotin hatin belav kirin.
Ciwanên ku nêzî 15 deqeyan meşiyan çalekiya xwe li navenda Monckebergstreasse’ê bi çalekiyekî rûniştinê bi dawî kirin. Ji bo çalekî û xwepêşandanên ku di hefteya pêş mede bên lidarxistin bi boneya salvegera komkujiya Parîs û Parîsê bangewaziyên beşdarbûnê hatin kirin.