Çalakiyên hevpar yên 24 saziyên li Hamburgê vê hefteyê jî didomin. Çalakiyên saziyên ku ji bo piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya 12’ê Îlonê li girtîgehên Tirk destpêkir, li rexmê ku bi dawî jî bûne berdewam dikin. Ji roja Yekşemê ve mitîngên ku di demjimêr 17.00’an de li Sternschanzeyê pêk dihatin dê sibe bidawî bibin. Mitîng her rojê bi mijarek cûda dihat berdewam kirin.
Temaya mitînga duh dayîkên Şemiyê bûn. Li vir Leman Stehn axaftinek kir got, piştî çalakiya birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê perwerde û parastina zimanê zikmakî destpêkir û roja Duşemê bidawî bû pêwîste li Tirkiyeyê wekhevî û demokrasî pêşbikeve tekoşîn were berdewam kirin.
Di çalakiyê de dîroka çalakiya Dayîkên Şemiyê hate vegotin û balkişande ser tekoşîna demokrasî ya Elewiyan.
Di mitînga îro ya di demjimêr 17.00’an de pêk were jî dê rewşa rojnamevanên girtî werin dest girtin. Dê di çalakiya sibê de jî çalakiya Pêncşema Reş were vegotin.