Li gundê Til Hasil a Helebê pevçûn
Li gundê Til Hasil a Helebê pevçûn
Li gundê Til Hasil a Helebê pevçûn
Li gundê Til Hasil ê Helebê pevçûnên dijwar di navber çekdarên Artêşa Azad û artêşa rejîma Sûriyeyê de rû dan. Hêzên rêjîma Baas keyayê gund revandin.
Li gundê Til Hasil ê Helebê şerê din di navbera çekdarên Artêşa Azad û hêzên rêjîma Sûriyeyê de pevçûnên dijwar rûdan. Nûçeghanê ANF'ê diyar kir ku pevçûn di dema ku hêzên rêjîma Sûriyeyê ji rojavayê gund êrîş bike, di nav wan û çekdarên Cebhet Elnesra û artêşa azad pevçûnên dijwar rû dabûn.
Di dema pevçûnan de hêzên rêjîma Sûriyeyê bi hewan û tangan gund topbaran kirin. Gundî neçar man ku ji gund koçber bikin.
Li gund şervanê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) bi tena xwe mane. Her wiha hêzên rêjîmê keyayê gund Rifet Galo girtin binçavan û birin ciyekî nediyar.