Li gundê Çukur Çolebeg min bêhna jiyanê kir
Li gundê Çukur Çolebeg min bêhna jiyanê kir
Li gundê Çukur Çolebeg min bêhna jiyanê kir
Roj diçû ava ez, rojnamevana Kurd Xezne û rojnamevanê Kurd Salar Remo gihîştin gundê Çukur Çolebeg. Tîrêjin rojê li ser rêya xatirxwestinê bûn, dengê zarokan nedihat, tenê ji dûr ve çend zarok dixuyan. Ew gundê Xeznê bû. Xeznê xwe amade kiribû ku me di nava gundê xwe de bigerîne û bide naskirin. Lê belê berî her tiştî bavê xwe yê 84 salî Ehmed Mehmûd Şêxnebî bi me da naskirin. Em li derve rûniştîbûn, berî em avê jî vexwin me ji tiriyê bavê Xeznê kom kiribû xwar. Tiriyê bi destên kedkaran mezin bibû, tama wê bihayî zêrê dunyayê bû, bi taybet wexta bavê Xeznê di ber wî tirî re çîrokên dîrokî digotin, ew civata Kurdan a ku min gelekî li ser bihîstibû dihate bîra min. Pirsgirêkeke me ya girîng hebû; bavê Xeznê zimanê me fêm nedikir û Salar jî Kurdî fêm nedikir, di wan kêliyan de Xeznê bibû wergervana me.
GUNDÊ ÇUKUR ÇOLEBEG GELEKÎ KEVNAR E
Împaratoriya Osmaniyan jî serweriya xwe li ser vê xakê kiriye. Bi giştî navê gundên Kobanê bi Tirkî ne. Berî ku eşîra Çolebegê xaka gund ji Osmaniyan bikirin, li gorî axaftina gundiyên gund ew xak di destê zilamekî bi navê Hacî Bekir de ye. Hacî Bekir jî ji eşîreta Kitikan e. Vê eşîretê jî li hemberî desthilatdariya Osmaniyan gelekî şer kiriye. Ji xwe çîrokeke vî gundî heye. Dibêjin zilamek ji eşîreta Çolebegê di zemanê Osmaniyan de bi malbata xwe re li ser wê xakê dijî. Wexta ku leşkerên Osmanî têne wê derê ev zilam di nava berfê de bi kozerên gûzan xwarin û nan ji wan re dipijîne. Ji ber vê yekê komutanekî Osmaniyan navê wî zilamî dike Begê Çolê. Eşîreta Çolebeg destpêkê navê gundê xwe dikin Tilşeîr. Li vî gundî bi miqdarekî mezin ce diveşêrin, ji ber wisa vî navî lê dikin. Heyanî demekê di konan de dijîn, piştre dest bi çêkirina xanî û malan dikin. Di salên 90'î de eşîreta Çolebegê dev ji gundê Tilşeîr berdidin û diçin li ser xakeke li wêderê çal gelekin û wiha gundê Çukur ava dikin.
Gundê Çukur 12 malbat in, 6 km. ji bajarê Kobanê dûr e. Sînorê Tirkiyê dikeve bakurê wê de, gundê Minazê dikeve başûrê wê de, gundê wan ê kevn Tilşeîr jî dikeve rojhilatê Çukur û rojavayê wê gundê Şikeft heye. Derdora gund mîna ku xelkê kobanê gotî qûç hene. Ji ber ku gund di çalê de ye, qûçên derdora wê jî bilind dixuyên. Lê belê wexta tu diçe ser wan qûçan zêde bilind nînin. Derdora gund tijî zeviyên zeytûnan hene. Hema di nêrandina yekê de tu aşikê gundê Çolebegê dibe.
ABORIYA WAN LI SER ÇANDINÎ Û SEWAL MEZINKIRINE YE
Bi giştî gund sewalan û dewaran xwedî dikin. Jixwe ya ku wan xwedî dike, êm dide wan û didoşe jin e. Piştî ku didoşin wî şîrî dikin penîr û mast. Zilam dibin bajêr difiroşin. Niha kîloye mast bi 70 lîreyî ye, kîloye penîr jî bi 300 wereqî ye. Ji hiriya mehan lehêf û doşekan çêdikin û di hinek deman de difiroşin.
Çandiniya wan bi giştî li ser dexlê ye. Genim, pembu, kemûn, nîsk û ce diçînin. Piştî sala 2000 an destbi çandiniya darên zeytûnan kirine. Wekîdîtir darên fêkî mîna behîf, tirî, hejîr û darên gûzan jî hene.
PIRSGIRÊKA WAN YA AVÊ HEYE
Di zemanê berê de bi destê xwe bîrek kolandine û weha xwe berdidin bîrê û bi satilan avê derdixin. Piştî ku karebe tê gundê wan destbi dînemo kirînê dikin. Lê belê piştî ku şer destpêdike û karebe qutdibe, heyanî meha Pûşperê li ser ava baranê ya ku dikeve bîran de dijîn, piştre bi sîteran diçin gundê derdor avê ji xwe re dikirin. Her sîterek bi 250 î wereqî ye. Li gund dibistan nîne, diçin dibistanê dixwînin. Ji ber vê yekê li gundê wan tenê keçekê û du xortan dibistan xwendine û bi dawî kirine.
Ziyareta gund jî rengek daye gund. Di ziyaretê de gorên gelekî qedîm hene. Hinek ji wan bi erdê re bûne yek. Di nava ziyaretê de hinek darên nû şîndibûn hebûn. Xelkê derdora wan darên biçûk bi têlê asê kiribûn ji bo kesek ziyanê nede wan.
YÊN KU JIYANA ÇOLEBEGÊ AVA DIKIN JININ
Civakeke ku bi giştî zilam desthilatdar e, ji derve ew hêz û çavkaniyê jiyanê tê dîtin û keda jinê tê înkarkirin, di bin siya jinê de dijî, ango ya ku jiyanê ava dike jin e. Sedem çi ye? Karê ku jin dike biçûk tê dîtin. Bi çûyîna di serdanekê li gundê Çukur Çolebeg re min di her dîmenî de ev rastî dît.
Berî ku dunya ronî bibe nêzî demjimêr pêncan jinên ku dewar û sewalên wan hene ji xew radibin, cilên kar li ber xwe dikin û diçin sewal û dewarên xwe didoşin. Piştre dighînin şivanê gund. Berxikên ku dimînin jî êm didin wan. Malbatên ku ji yekê zêdetirin jin tê de hene kar di nava hev de perçe dikin. Hinek ji wan bi sewalan re mijûldibin, hinek zibilê dikin tepik û hinek jî bi pakbûna malê re mijûldibin. Piştî ku herkes karê xwe bi dawî dike bi hev re taştiya xwe dixwin û karê xwe yê heyî didomînin.
Piştî ku sewalan didoşin şîr dikelînin, an dikin mast an jî dikin penîr û bi zilaman re rêdikin bajêrê Kobanê. Jin li gund bi xwedîkirina Mirîşkan, Qazan, Elokan, Ordekan û Kevokan re mijûldibin. Jin dikare ji hemû karê xwe berhemê derxînê.
DI BIHARÊ DE JIN ŞIFTELEH KOM DIKIN
Di destpêka demsala Biharê de jin û zaro bi evîna bedewbûna Biharê li Çolê belavdibin. Ew giyayê çolê yê jê re dibêjin Şifteleh komdikin û rêdikin bajêr difiroşin. Her kîloyek bi 350 î wereqî ye. Ji holikên wî giyayî dermanê nesaxiyan çêdikin. Lê belê vî dermanî li bajarê Kobanê çênakin.
Jin bi zilaman re bi bexçe û bustanan re mijûldibin. Jiyan di nava lepên jin de bi awayekî pak diherike û bi fedakariyeke mezin dixebitin. Heyanî temenê keçên eşîreta Çolebegê negihîje 17,20 salî wan nadin zewcandin. Keç ti carî bêxwesteka xwe jî nazewice.
JIN BI CILÛBERGÊN XWE DIÇIN ŞÎNÊ
Li gundê Çolebeg wexta ku jin diçin şînê bi cilûbergên xwe yên kurdî diçin şîne. Kiras û xeftan li ber xwe dikin, kitan û şeer didin serê xwe.
Di dawetan de jî jin û keç cilûbergên kurdî li xwe dikin, lê belê jin pora xwe dinixumînin û ji wê nixumandinê re dibêjin esfê,keç jî pora xwe nanuximînin.
JIN LI SER ARGÛNAN XWARIN Û NANÊ XWE DIPIJÎNIN
Piştî ku karebe qutbûye xelkê gund neçar mane ku vegerin çanda xwe ya kevn. Niha li ser argûnan çayê, xwarinê û nan dipijin. Carne tepikên ku çêkirine bikartînin, carne giyayê çolê bikartînin û carne jî qirşikê daran bikartînin. Ango jin li beramberî pirsgirêkên jiyanî bê care namîne û misoger ji her pirsgirêkekê re çareseriyekê dibîne. Di berbanga sibehê de ez di nava gund de geriyam. Dîmenên jinan ên gelekî şebab mîna Kobanî dibêjin ketin ber çavên min de. Ji destê wan hunertiya avakirina jiyanê dibar e. Gelekî jêhatî ne. Ji xwe keç û jinên gund di hemû karî de bi hev re ne. Li derdora hevdû komdibin, destek didin hevdû û weha hest û fikarên xwe bi hev re parvedikin.
MEHEMED ZAROKÊ GUND Ê KU NIKARÊ BAXIVE
Mehemed Mehmûd Şêxnebî sala 2008 an jidayîk bûye. Nikare baxive, di dayînûstandinê bi zarokan re gelekî zehmetî dikşîne. Wexta aciz û şadibe nikare hest û fikarê xwe bîne ziman. Bi acizbûnê re enceq keviran têxe destê xwe de û bavêjê yên ku ji wan acizbûye. Hêviya wî ya jiyanê dayîka wî ye. Ji ber vê yekê ji hembêza dayîka xwe dernayê. Dayîka Mehemed ew rêkiriye dibistanê mamosteyeke jin gotiye ez nikarim ji wî fêm bikim û nikare fêrî nivîsandinê bibe. Ji ber Mehemed nikare baxive jiyan li derdûra wî teng kirine û destûr nadin mîna hemû zarokan bijî.
JIYANA GUND GELEKÎ XWEZAYÎ YE
Di gund de bi giyanekî aza tu dijî. Tu çawa têkeve gund de herkes dizane tu biyaniyê gunde û derûdora te komdibin. Hinek jî derdikevin ber deriyê mala xwe û ji dûrve dixwazin binasin kî ne mêvanê gundê wan. Ji xwe tişta herî zêde li xweşiya min çû em bûn mêvanê gund. Di danûstandin û têkilî bi wan re çêkirin me qet zehmetî nekişand. Terzê jiyana xwe, hestên xwe û fikarên xwe di demeke kurt de bi me re parvekirin. Zarokên li kolana di nava axê de mane, ji sere wan heyanî lingê wan hemû bûye toz û xwelî, me dîtin. Wexta min ev dîmen dîtin min mîna dayîka wan negot ey xwedê xwe lewitandine û ezê çawa wan bişom; ez reviyam û ketim nava wan de û min coşa wan di bin taveheyvê de parvekir. Hemû malên gund bê ku me nasbikin em vexwendkirin ku tevlî civata wan bibin û qedahek ji şîrê pez vexwin, an jî li gel wan şîvê bixwin.
Berî ku em şîvê bixwin em hilkişiyan girê gund. Bi şev bedewbûna gund bi çi awayî ye min hezdikir ez bibînim. Di hilkişandinê de me zehmetî nekişand, ji ber gelekî nizim bû. Ez çawa gihîştim serê gir tişta despêkê bala min kişand nêzbûna sînorê di navbera tirkiyê û rojava de bû. Dengê matorê karebê dihat heyanî wêderê. Her kes di hundir de bû. Gund bê deng bû, te dikarîbû di wê bilindahiyê de û li ber wî hewayî hemû hevalên xwe û bîranînên xwe bînê bîra xwe, giraniya piskolojiya sînor hîsbike û têkeve nava xeyalên curbecur. Piştre em daketin gund û me şîva xwe xwar. Heyanî derengî şevê me bi malbatê re sohbet kir û piştre me di tirila traktorê de xew kir. Di jiyana xwe de ew cara yekem bû ku min di tirila traktorê de xew kir û ji bo min tiştekî nû bû.