Li gundê Çava pevçûnên dijwar

Li gundê Çava pevçûnên dijwar

Hat ragîhand ku  şer û pevçûnên dijwar li derdora gundê Çava yê li başûrê gundê Eloka dikeve despêkirine. Hate ragîhandin di pevçûnan de çekên giran tên bikaranîn.

Li gorî ragîhiyên ji herêmê bi dest ketine  piştî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundê Eloka ji komên çeteyan rizgar kir,  di saet 12’an de li derdora gundê Çava pevçûnên dijwar despêkirin. Hate ragîhandin di pevçûnan de çekên giran tên bikaranîn.

Di operasyona ku hêzên YPG’ê 2 roj berê li dijî komên çekdar ên ku ketibûn gundê Elok dabû destpêkirin şevêdin bidawî bû. Di encama şerên dijwar de komên çekdar gelek windahî dan, her wiha tangek wan jî hate rûxandin. Piştî şerê ku heta şevêdin saet 02.00'an dom kiribû, hêzên YPG'ê komên çekdar ji gund derxistin û gund rizgar kiribûn.