Li Gulsuyu çeteyan dîsa êrîş kir
Li Gulsuyu çeteyan dîsa êrîş kir
Li Gulsuyu çeteyan dîsa êrîş kir
Li Gulsuyu çeteyên li ser gel terorê dimeşîne, duh li ajokarê mînîbusê Serhat Gul yê ku dayîna xeracê red kir, gulebaran kirin. Gul ku ji çîma xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Li Gulsuyu, êrîşên çeteyên tiryakê yên li ser gel didome. Herî dawî di çalakiya li dijî çeteyan hate kirin de Hasan Ferît Gedîk bi çekê hate kuştin û duh jî li taxê êrîşeke çekdarî pêk hat. Biraziyê rêveberê BDP’a Maltepeyê Serhat Gul ku ajokarê mînîbûsê bû yê 20 salî rastî êrîşa çeteyan hat.
Li rawestgeha Fatma Hanim ji aliyê endamên çeteyan ve hate rawestandin û ji Gul xerac hat xwestin. Piştî Gul li dijî vê derket, çeteyan gule barand û Gul ji çîma xwe birîndar bû. Piştî bûyerê Gul agahî da xizmê xwe û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kartalê.
Şahidên bûyerê dan zanîn ku yên êrîş kirine endamê çeteyan bû û yên ku gule barandiye jî Şahîn Erene.