Li Goteborgê merasîma bîranîna şehîdan
Li bajarê Goteborg ê Swêdê ji bo şehîdan merasîma bîranînê pêk hat.
Li bajarê Goteborg ê Swêdê ji bo şehîdan merasîma bîranînê pêk hat.
Li bajarê Goteborg ê Swêdê Bahoz Erdal û Şiwan Îbrahîm ên li Serêkaniyê şehîd bûn û Fatoş Saglamgoz (Sema) a ku sala 2003'an li Goteborgê çalakiya fedayî kir hatin bîranîn. Li qada bîranînê find hatin vêxistin, kulîlk hatin danîn. Piştre serdana gor kir û ji bo şehîdan deqeyeke rêzgirtinê kirin.
Sûltan Oger li merasîmê axivî û got, "Em hevrê Sema bi rêzdarî bi bîr tînin ku tevlî tevgera azadiyê bû û şoreşa jinê fêhm kir."
Girseya gel piştre çû Navenda Civaka Demokratîk a Kurd. Bi navê malbatên şehîdan Ahmed Rojava axivî û bang li her kesî kir ku li têkoşîna şehîdan bibin xwedî.
Hevserokê NCDK'ê Ridvan Altûn jî got, "Bi saya şehîdên xwe em serketî ne û serbilind in."
Bi navê malbata Bahoz Erdal Shadman Nisininê jî got, "Bi berxwedana bi rûmet em ê bi ser bikevin."