Li Goteborg û Osloyê dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin

Li bajarê Goteborg ê Swêdê bi sedan kes li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê meşiyan. Li paytexta Norwêc Osloyê jî ciwan daketin qadan.

Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana Gotaplatsenê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Piştgiriyê bide Efrînê", "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime", "Tirkiyeyê boykot bike", "Kujer Erdogan, durû Yekîtiya Ewropa" heta Parka Brunn meşiyan.

Daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li parkê hate xwendin û piştre Hevserokê NCDK a Goteborgê Abdullah Konya axivî. Konya welatên rojavayî û Neteweyên Yekbûyî ji dagirkirin û komkujiyên li Efrînê berpirsyar dît, ji ber ku bêdeng in. Konya xwest, di serî de Tayyîp Erdogan hemû rayedarên dewleta Tirk bên darizandin.

Konya welatên rojavayî rexne kir ku çekan difiroşin Tirkiyeyê û alîkariya aboriyê bi Tirkiyeyê re dikin. Konya ji gelê Swêdê û koçberan xwest ku malên Tirkan boykot bikin û ji bo bêhnvedanê havînê neçin Tirkiyeyê.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn.

OSLO

Li paytexta Norwêc Osloyê, ciwanên Kurd tevî baskên partiyên siyasî yên ciwanan çalakiyeke hevpar li dar xistin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Çalakî li ber avahiya parlamenta Norwêcê pêk hat û nêzî hezar kes tevlî bûn.

Bi navê Yarsanên li Norwêcê Serwa Kazimî li qada mîtîngê axivî û anî ziman ku li Efrînê paqijiya etnîkî tê kirin û divê talan neyê qebûlkirin.

Serokê Baskê Partiya Çep ê Ciwanan Tobias Lund jî diyar kir ku Tirkiye tevî cîhadîstan li Efrînê paqijiya etnîkî dike û cîhan li pêşberî vê rewşê bêdeng e.

Parlamenterê Partiya Çep Sosyalîst Freddy Øvstegård, ji baskê ciwanan ê partiya Venstre Ane Breivik, ji baskên ciwanan ê Miljøpartiet De Grønne Rauand Ismail û aktîvîsta ciwanan a Kurd Gashbin Salh li qada çalakiyê axivîn. Piştî axaftinan dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" hate qîrîn û çalakî qediya.