Li gorî hikumeta Elman nabe ku Erdogan bê darizandin

Hikumeta Elman, têkildarî giliyê ku ji ber komkujiyên li Cizîr û Şirnexê yên sala 2016'an li dijî Erdogan û rêveberên wê demê hate kirin got, "Ji ber ku mafê destnedanê heye, nabe ku doz li Erdogan bê vekirin."

Piştî ku dewleta Tirk di destpêka sala 2016'an de li Cizîr û Şirnexê komkujî kir, parlamenterên federal ên Elman, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û akademîsyen jî di nav de gelek kesayetan di Mijdara 2016'an de ji bo darizandina rêveberên dewleta Tirk gilî kiribûn. 

Gilî li Dozgeriya Federal a li Karslrûheyê hate kirin û ji 200 rûpelî pêk hat. Hate xwestin ku di serî de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan rêveberên dewleta Tirk ên wê demê ji ber sûcê şer bêne darizandin. Tevî ku 6 sal di ser re derbas bûn jî dadgeriya Elman bersiv neda. Lewma Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût li aqûbeta giliyê hate kirin pirsî û mijar xiste rojeva Meclîsa Federal.

'MAFÊ XWE YÊ DESTNEDANÊ HEYE, YÊN DIN JÎ LI TIRKIYEYÊ NE'

Akbûlût bi taybetî bi bîr xist ku 178 kes li jêrzemînên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û pirsî bê li hemberî Erdogan û rêveberên din ên dewletê ti lêpirsîn hate destpêkirin yan na. Bi navê hikumeta Olaf Scholz, musteşarê Wezareta Edaletê Benjamîn Strasser bersiv da pêşnûme pirsa Akbûlût.

Di bersivê de ku 21'ê Îlona 2022'an hate dayin ku gihîşt ber destê ANF'ê wiha hate gotin, "Li gorî peymanên navneteweyî ku Elmanyayê sala 2002'an mohra xwe daniye binî, kesên weke Serokkomarê Tirk Erdogan ku hîn mafê wî yê destnedanê heye, nakevin ber dadgeriya Elman." Her wiha hate ragihandin ku Serdozgeriya Federal baş nizane ku kesên din ên têne sûcdarkirin li gorî hiqûqa navneteweyî sûc kirine yan na, her wiha ew kes welatiyên Elman nînin û li Elmanyayê namînin.

Hikumeta Elman bi vê bersivê dixwaze pêşî li darizandina Erdogan û rêveberên dewleta Tirk bigire ku mafê wan ê destnedanê nîne. Di gilîkirinê de hatibû xwestin ku Serokwezîrê wê demê yê Tirk Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Tirk Efkan Ala, Wezîrên Parastinê yên berê yên Tirk Îsmet Yilmaz û Mehmet Vecdî Gonul, Serokê Fermandariya Giştî yê Tirk ê berê Hûlûsî Akar, Fermandarê Hêzên Bejahî yê Tirk ê wê demê Orgeneral Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Giştî yê Jendermeyan ê Tirk ê wê demê Orgeneral Galîp Mendî bêne darizandin.

KÊ GILÎ KIRIBÛ?

Kesayetên ku gilî kiribûn jî ev bûn: Parlamenterên Partiya Çep ên Federal û Eyaletan; Andrej Hunko, Harald Weinberg, Parlamenterên Federal Ulla Jelpke, Martin Dolzer, Înge Höger, Înge Hannemann, Hiqûqnas Heike Geisweid, rojnamevan û dîroknas Dierk- Eckhard Becker, Ji Hîndekarên Zanîngeha Aalborgê Prof. Susi Meret, Ji Hîndekarên Zanîngeha Gothenburgê Dr. Cordelia Hess, Musteşara Hikumeta Eyaleta Nurnbergê Maria Padua, Hiqûqnas û Civaknas Dejan Lazie, Hunermend Esther Bejarano, Hunermend Konstantin Wecker û parêzer Sigrid Töpfer, Ralph Monnek, Petra Îsabel Schlagenhauf, Martin Lemke û Lisa Lührs.