Li girtiyên di greva birçîbûnê de ne cezayê hucreyê hate birîn

Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, li 15 girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne cezayên hucreyê hatin birîn.

Girtiyê bi nexweşiya epîlepsî Selamî Keleş bi rêya telefonê ragihand ku mafên wan tên binpêkirin.

Keleş bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya li dijî tcrîdê û bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan dewam dike û anî ziman ku rêveberiya girtîgehê vîtamînên pêwîst û têrker nade kesên ketine greva birçîbûnê.

Girtî Keleş diyar kir ku ji ber ku wan têkildarî armanca grevê daxwaznameyek dan rêveberiya girtîgehê ku bişîne Wezareta Edaletê ketine ber lêpirsînê û cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.

Keleş got, "Ji ber ku di daxwaznameya me de gotina 'Birêz Abdullah Ocalan' hebû li 15 kesan ji bo 11 rojan cezayê hucreyê hate birîn. Di dema sermijartinê de gardiyan li deriyan dixin û provokasyonê dikin. Zexta psîkolojîk dikin."