Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Rapora Binpêkirinên Mafan a 3 mehan li girtîgehên Herêma Marmarayê qewimîne eşkere kir.
ÎHD’ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe civîn lidar xist. Seroka komeleyê Gulseren Yolerî û rêveber beşdar bûn.
‘2 HEZAR Û 314 BINPÊKIRIN PÊK HATINE’
Yolerî raporê eşkere kir û diyar kir ku li 25 girtîgehên cuda 187 serlêdan ji bo komeleya wan hatiye kirin û 2 hezar û 314 binpêkirinên mafan qewimîne. Yolerî da zanîn ku di her serlêdanê de gelek binpêkirin hene û di meha nîsanê de 533, di meha Gulanê de 645 û di meha hezîranê de jî hezar û 136 binpêkirinên mafan qewimîne.
‘ÊŞKENCE ZÊDE BÛYE’
Yolerî destnîşan kir ku mafên wek tenduristiyê, sohbet, werzîş, qada hevpar, kelûpel û gelek mafên din hatine desteserkirin û bi vê yekê re îşkence li girtiyan hatiye sepandin û bi giştî 2 hezar û 314 binpêkirin pêk hatine. Yolerî anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafên girtiyan her ku çûne zêde bûne û xwest mafên girtiyan li wan bên vegerandin û mafên tenduristiyê neyên sînordarkirin.