Li Girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrûmê binpêkirinên mafan zêde dibe

Li Girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrûmê mafên girtiyên siyasî tên binpêkirin. Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê jî didome.

Mûrad Karakaş ê ku birayê wî rojnamevan Îbrahîm Karakaş di Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê de ye, ji ber hinceteke kêfî, nehiştin ku ew biçe hevdîtina birayê xwe yê di girtîgehê de.

Ji ber ku Karakaş goreya xwe dernexistiye nehiştine ku hevdîtin pêk were. Karakaş diyar kir dema wî pirsiye ka ‘Mevzûatê nîşan bidin’ gotine ‘Mevzûat tune’ û nehiştine ku hevdîtin pêk were. Karakaş diyar kir ew ê li Hakîmtiya Înfazê îtîrazî vê rewşê bike.

Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê ji 14’ê Tîrmehê û vir ve ji bo pênc rojan dikevin greva birçîbûnê û ev çalakî bi dorveger didome. Girtî dixwazin tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bibe û mafên girtiyan werin pêkanîn.

BAFRA

Li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê girtiyê bi navê Selamî Keleş ê ku nexweşiya Epîlepsiyê pê re heye, di telefonê de ji malbata xwe re ragihand ku radyoya ku ji kantînê stendine û pirtûk bi awayekî kêfî ji wan hatiye stendin, dema ku wan îtîrazî vê rewşê kirine jî derbarê wan lêpirsîna dîsîplînê hatiye vekirin.

BODRÛM

Parêzeran diyar kirin li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê ji nav 18 girtiyên siyasî 5 girtiyên siyasî di qawîşên 2 kesî û 3 kesî de ne û yên mayîn jî di hucreyên yekkesî de ne.

Parêzeran diyar kirin girtiyên siyasî xwestine bila hemû girtiyên siyasî werin heman blokê, girtiyên ku cezayê muebetê li wan hatiye birîn êdî di hucreyên yekkesî de neyên hiştin, mafên wan ên spor, sohbet û çandê were dayîn û girtiyan di 3’ê Tebaxê de xwarin nestendine û rewş protesto kirine. Li gorî parêzeran heke daxwazên girtiyan bi cih neyê ew ê girtî têkevin greva birçîbûnê ya bêdawî.

Her wiha parêzeran wiha qala binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê kirin: “Li gel ku pêyê girtiyê nexweş Suphî Îsmaîl ampute bûye, girtî Kudbettîn Menteş nexweş e û gelek kal e û girtî Gurbuz Topçu jî ji hinek lebatên xwe bûye bi tena serê xwe tên hiştin. Li gel ku dawiya hefteyê mesaî nîne jî, di roja Şemiyê de bi ser qawîşan de hate girtin. Di hucreyên yekkesî de pergala kamerayan heye û rasterast mudaxaleyî jiyana girtiyan dikin. Hevdîtinên vekirî li girtîgehên din saetek û nîv in lê li vir herî zêde 45 deqe tên dayîn. Girtî herî zêde dikarin 5 pirtûkan li cem xwe bigirin. Ji bilî Bîrgunê tu weşanên muxalîf nadin girtiyan. Girtiyan dereng dişînin nexweşxaneyê.”