Li girtîgehên Îranê îşkenceya li girtiyên siyasî berdewame
Li girtîgehên Îranê îşkenceya li girtiyên siyasî berdewame
Li girtîgehên Îranê îşkenceya li girtiyên siyasî berdewame
Komara Îslamî ya Îranê îşkenceya li girtiyên siyasî berdewam dike. Girtiyên nexweş ên pêwistiya wan bi dermankirinê heye, rastî îşkenceya giran tên.
Girtiyê nexweş Îrec Mihemed ku rakirin nexweşxaneya girtîgeha navendî ya Zahîdan, li cihê dermankirinê îşkence lê tê kirin. Heta niha jî tu hewildanek berpirsên girtîgehê ji bo çareseriya nexweşiya Mihemed nehatine kirin û roj bi roj rewşa wî xirabtir dibe.
Her wiha li gorî agahiyên hatine bidestxistin girtiyekî siyasî yê kurd bi navê Kerîm Musazade li girtîgeha navendî ya Benderebas rewşa wî xirabe û rayedarên girtîgehê jî tu tiştî ji bo wî nakin.
Wekî din girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan ji ber xwîn herikî nava wê rewşa wê ya tendûristî her diçe xirab dibe û rêveberiya girtîgehê rê nadin ku bê derman kirin.
Hêjayî gotinê ye ku li girtîgehekî din a Îranê bi sedan girtî di rewşekî xirab de dijîn. Girtiyên ku pêwistiya wan bi dermankirina bi lez heye rayedarên girtîgehê û hêzên rejîmê heya niha jî tu hewildanek di vî alîde ne kirine.