Li girtîgehên Egeyê di 4 mehan de 147 maf hatine binpêkirin

ÎHD’ê di rapora xwe ya têkildarî girtîgheên Egeyê de amade kirî, diyar kir ku di nava 4 mehan de 147 maf hatine binpêkirin. Di raporê de ev hate gotin: “Divê tecrîda li Îmralî û girtîgehên din de bên şikandin.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê ya li ser binpêkirina mafên li girtîgehên Herêma Egeyê bi civîna çapemeniyê li komeleya xwe aşkere kir. Rêveberên komeleyê tevlî civînê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zafer Încîn rapor aşkera kir. Încîn ragihand ku li Girtîgehên Tîpa F ên Hejmara 1 û 2 yên Kiriklar a Îzmîrê, Girtîgeha Jinan a Şakranê, Girtîgehên Tîpa T ên Hejmara 1, 2 û 4 ên Şakrana Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, Girtîgeha Tîpa L a Kepsûta Balikesîrê, Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê, Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê, Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê û Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê bi girtiyan re hevdîtin kirine.  

Încîn, da zanîn ku bi qanûn û rêgezên hatin derxistin binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha got: “Di demên dawî de serlêdanên nexweşxaneyê yên ku bi pandemiyê re hatine rawestandin dîsa dest pê kiribin jî ji ber karantînaya 14 rojan a di vegera nexweşxaneyê de tê pêkanîn, çûyîna nexweşxaneyan dibe îşkence û girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê.”

Încîn, bi lêv kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Îzmîrê, 5 girtî bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine û ligel ku nîşaneyên wan ên nexweşiyê hebûn jî heta rewşa wan giran nebûya testa wan nehatiye kirin. Încîn, destnîşan kir ku mafê jiyanê pîroz e û wiha berdewam kir: “Mafê qanûnî yê şandina nameyan, daxwazname û ragihîna bi rêya faksê bi temamî bi kêfa îdareya li girtîgehan e. Daxwaznameyên ku girtî dixwazin ji Wezareta Dadê re bişînin, sazî, rêxistinên sivîl, komele, malbat û xizmên wan û heta dadgehên tên astengkirin û nayên şandin.”

Încîn da zanîn ku di serdema dawî de li girtîgehan pêşî li çalakiyên qada hevpar hatiye girtin û anî ziman ku herî kêm 20 girtî li gorî binpêkirinên mafan ên tespît kirine mafê tedawiyê ji destê wan hatiye girtin. Încîn, destnîşan kir ku bi giştî 147 binpêkirinên mafan ên weke sirgun, şewitandina înfazê, kêmasiya pêdiviyên bingehîn hene. Agahiyên binpêkirina mafan ên Încî parve kirin wiha ne:

“* Astengkirina pirtûkan: 12

* Astengkirina weşanan: 6

* Zext û tecrîd: 4

* Astengkirina xwegihandina tedawiyê: 20

* Sirgun: 1

* Girtiyên ku testa wan a vîrûsa koronayê pozîtîf derketin: 4

*Nedayîna pêdiviyên bingehîn: 8

* Şewitandina înfazê: 7

* Nedayîna rojnameya Yenî Yaşamê: 5

* Bi ser kapasîteya qawişan de mayîn: 8

* Astengkirinên faaliyetên civakî: 17

* Negihiştina paqijiyê: 11

* Girtiyên nexweş: 7

* Ferzkirina qawişên serbixwe: 1

* Tacîza psîkolojîk û fîzîksel: 2

* Destdanîna ser daxwazname û evraqan: 6

* Pirsgirêka ewlehiya can: 4

* Tundî: 2

* Cihekirin: 3

* Dereng dayîna tiştan: 3

* Astengkirina hevdîtina vekirî: 3

* Cezayên dîsîplînê yên keyfî: 6

* Destdanîna ser pêdiviyên bingehîn: 5

* Astengkirina Ragihandinê: 2”

 Încîn, daxwazên li dijî binpêkirinên mafan jî wiha rêz kirin:

“* Divê tecrîda li ser girtîgehên Tirkiyeyê demildest were rawestandin.

* Divê serlêdan û daxwazname tavilê û bêyî sînordarkirinê radestî rayedarên pêwîst bên kirin.

* Divê mafê girtiyan ê têkilî danîna bi malbat û cîhana derve re neyê astengkirin.

* Divê bi zimanê zikmakî mafên hevpeyvîn, ragihandin û parastinê ji aliyê hiqûqî ve bên mîsogerkirin û astengiyên keyfî bên rakirin.

* Lêgerîna cih û ser mirovan divê ne li dijî rûmeta mirovahiyê be û di pêvajoya pandemiyê de divê şertên hîjyenîk werin afirandin.

* Pêkanînên li dijî “qedexeya cihêkariyê” ya têkildarî girtiyan divê bên terikandin.

* Divê tecrîda li ser girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin û girtiyên li hemû girtîgehan demildest bê bidawîkirin.”