Li girtîgehên Agirî, Îzmîr û Xarpêtê binpêkirinên mafên mirovan

Li girtîgehên Agirî, Îzmîr û Xarpêtê zexteke giran li girtiyan tê kirin.

Li girtîgehên Tirkiyê li ser girtiyên siyasî zext û zordariyeke giran heye û gelek mafên wan têne binpêkirin. Li girtîgehên Agirî, Patnos, Îzmîr û XarpêTê li ser girtiyên siyasî, malbatên wan zext û zordariyên giran ji hêla rêveberiyên girtîgehan û qerdiyanan ve têne kirin.

AGIRÎ

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tên girtin, di bin gefa "weremê" de ne. Li girtîgehê hezar û 500 girtî hene, lê li girtîgehê bijîşk tune ye.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dimînin, der barê binpêkirinên mafan de agahî dan malbatên xwe. Girtiyan aşkera kir ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, bi hinceta "Ewlehiya girtîgehê dixe xetereyê" û "Wekî amûreke ragihandinê dixebitînin" nadin wan û zextên heyî wiha rêz kirin:

* Bi taybetî radyoyên pîlên wan kin nadin. Radyoyên ku li girtîgehên cuda tên kirîn dest datînin ser. Dixwazin radyoyên ku kanalên FM'yê dikişînin bi me bidin standin.

* Hevrêyên me yên ji girtîgehên cuda sirgûnê vir dikin, lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin. Yên vê yekê qebûl nakin îşenceyê li wan dikin. Kesên dixwazin rapora derbkirinê û nexweşiyê bigire, wan nabin doktor.

* Hejmara girtiyan hezar û 500 e, lê bijîşk tune. Di rewşên lezgîn de an ambulans nayê, an jî dereng tê. Dermanan gelekî dereng didin. Hin dermanan em bi pereyê xwe dikirin.

* Bersivê nadin daxwaznameyên me. Serlêdanên me yên sûc radestî dozgeriyê nakin.

* Nameyên ku em der barê binpêkirinên mafan de ji ÎHD û CÎSST'ê re dişînin, dest didin ser. Ji derveyê nameyên bitaahhut nameyan nadim girtiyan. Nameyan jî gelekî dereng dişînin.

* Wêneyên me yên ku bi cilên gelerî hatine kişandin, diqelişînin û davêjin.

* Bêyî ku biryara berhevkirinê hebe, pirtûkên me tên desteserkirin. Hin kovaran nadin. Serê kesekî tenê 7 pirtûkan didin.

* Di lêgerînên rûtîn de, lêgerînek berfireh tê kirin. Leşkeran jî tev li lêgerînê dikin û nêzikatiyên provokatîf derdikevin holê. Dixwazin girtî û leşkeran bînin hemberi hev.

* Berdêla îaşeya me nayê dayîn. Xwarinên ku didin, kaloriya wan gelekî kêm e, aliyê wê yê hêjayî pir xirab û di warê paqijiyê de pirsgirêk hene. Dixwazin bi birçîbûnê me terbiye bikin.

* Hevrêyên me yên nexweşiyên wan giran û hevrêyên me yên din nabin nexweşxaneyê.

* Em ji tu mafên civakî sûdê nagirin. Mafên me yên nîqaş, atolyeya wêneyan, werzîş û hwd. tên xespkirin.

* Di hin girtyan de fikara dibe ku bi weremê ketibin heye. Van girtiyan nabin bijîşk û dermankirina wan tê astengkirin. Girtiyan nabin revîrê. Ji ber ku ava germ tune, di warê paqijiyê de xetereya weremê zêdetir dibe.

Li Patnosê tenê zextan li girtiyan nakin, di heman demê de malbat jî di bin zextan de ne. Xizmên girtiyan ên diçin hevdîtinê, kesên bi montên nepixandî, cilên lacîwert tên nagirin girtîgehê. Nexweş û jinên bi zarok bi saetan li ser piyan radiwestînin. Guharên di guhê zarokan de jî derdixin. Ji ber ku bêrîka xizmê girtiyekî çiriya bû, nehiştin bikeve girtîgehê. Pirsên wekî "peda we heye?" li jinan dikin, heke hebe dixwazin nîşan bikin.

Der barê "fikara weremê" de em li rayedarên girtîgehê geriyan û rayedaran îdia kir ku di vê der barê de tu tişt tune.

Hat diyarkirin ku ji ber zextan 6 girtî li Girtîgeha Agiriyê ketine greva birçîbûnê. Şaxa ÎHD'ê ya Agiriyê, aşkera kir ku çalakiya greva biçîbûnê 45 rojan dewam kiriye û hefteya çûyî bi dawî bûye. Girtiyên li Agiriyê dimînin, bi rêya malbatên xwe ev agahî dan: "Tenduristiya girtiyan her ku diçe xirab dibe. Her dem lêgerîn tên kirin. Bi riya hutik û hwd. her dem li şibekeyan didin. Her roj bi dehan caran li girtiyan mêze dikin. Rojnameyên rojane nadin girtîgehê. 6 girtî bi komî di qawîşan de tên tecrîdkirin. Hemû ji mafên xwe yên civakî bê parin."

ÎZMÎR

Betul Ozdemîr bi zarokên xwe re 29’ê Mijdarê diçe girtîgeha Silîvrî ya bi Nimroya 2 ya ku hevserê xwe Mehmet Ozdemîr bibîne. Lê di têketina girtîgehê de, di dema sehkirinê de qerdiyanek bi rengê ku tacîzê lê bike li ser wê diger û Ozdemîr li ser vê helwestê li dijî qerdiyan nîşan dide. Rêveberiya girtîgehê li ser Ozdemîr, ji bo ku bi qerdiyan re nîqaş kiriye lêpirsîn da destpêkirin.

Ozdemîr ji bo ku li dijî sehkirina bi rengê tacîzê helwest nîşan da, rêveberiya girtîgehê bi hênceta ku ‘ewlehî û pergala saziya înfazê ya cezayê xira kiriye’ 3 meh cezayê hevneditinê da.

Dema Betul Ozdemîr ji bo hevdîtinê hevjînê xwe çû Girtîgeha Tîpa L a Jimare 2'yan a Sîlîvriyeyê, li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hat. Ji ber li dijî lêgerînê derket rayedarên girtîgehê bi hinceta "Ji ber ewlekarî û pergala saziya înfazê ya ceza xerab kiriye" 3 mehan hevdîtin lê qedexe kirin.

Ozdemîr jî, diyar kir ku di dema lêgerînê de bi awayê "tacîz" bikin xwestinê ser wê sehî bikin û ev tişt gotin: "Min ev lêgerîn qebûl nekir û bertek nîşan da. Li ser vê yekê gardiyanekî ji min re got 'Gava min ji te re got xwe tazî bike tu yê xwe tazî bikî' û bi ser min de hat. Ji ber ku min ji gardiyan re got 'Tişta tu dikî bêexlaqî ye' gardiyan jî ji min re got 'Hele ceza li te bibirim tu yê bibînî' û pişt re jî ceza dan min."

Ozdemîr wiha got: "Piştî bûyerê li hemberî vê derketim û serî lê da, lê hîna jî bersiv nehatiye dayîn. Lê ji bo serledana gardiyan di nava hefteyekê de bersiv hat dayîn û ez ceza kirim."

XARPÊT

Ji hêla din ve li Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê, nasnameyê li ser girtiyan ferz dikin, girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan li deriyan daye û ev pêkanîn şermezar kirine. Li ser çalakiya girtiyan, êrîşî wan kirine û bi lêdanê ew avêtin hucreyan.