Li girtîgehê bi çavdêra darazê kuştin

Hakan Tumay birayê Serkan Tumay ê ku li girtîgehê hate kuştin got wan beriya niha serî li dozgeriyê dabûn lê dozgeriyê biryara ''neşopandinê'' daye.

Serkan Tumay 1995'an jidayik bûbû, ji ber cezayekî dema ku kirin girtîgeha Tîpa H'yê ya Manîsa 20 salî bû, cezayê 5 salan ê Serkan qediyabû lê ji ber cezayê disîplînê hê jî girtîbû. Li bendê bû ku cezayê disîplînê biqede û derkeve lê bi qerdiyanan re hin problemên wî çêbûn.

Li gorî agahiyên lu malbatê dane beriya bi du heftyan qerdiyanan kurê wan kişandine devereke kor, lê dane, serê û destê wî şikandine û gef lê xwarine da ku ji kesî re nebêjin. Hevalê hicreyê yê Serkan Hakan Ecevît bi telefonê ji diya re dibêje ku rewşa Serkan cidî ye û divê agahiyê bide malbata wî. Qerdiyan dema ku bi vê dihisin Hakan dixin koxuşeke ye kkesî û Serkan jî li odeya xwe dimîne.

BERSIV NEDAN DAXWAZA NEQILKIRINÊ

Malbat 29'ê Îlona 2020'an serî li Dozgeriya Komarê ya Qirikkaleyê daye diyar kiriye ku li ser ewlehiya jiyanê ya Serkan Tumay taloke heye, lê dane û xwestin ku wî bibin girtîgeheke dî lê Dozgeriya Komarê ya Qirikkaleyê biryar li ser da, têkilî lêdanê hewceyî bi şopandinên nîne.

Serkan Tumay ji malbata xwe re dibêje rewş cidî ye û teqez divê wî bibin girtîgeheke dî, li ser vê piştî bi du rojan ji malbatê re tê gotin ku Serkan ji ber weqayeke edlî miriye.

'BIRAYÊ MIN HATE KUŞTIN'

Bira Hakan Tumay ku birayê wî bi qest hatiye kuştin, beriya bi 20 rojan wan gilih li Dozgeriya Komarê ya Qirikkalayê kirine lê ji ber ku ti encam jê derneketiye birayê wî hatiye kuştin.

Tumay got cezayê birayê wî xilas bûbû lê ji ber cezayê disîplînê dihate girtin, dema ku derb lê dane wan gilîname dane Wezareta Dadê ya Tirk lê dozgeriyê biryara, ''hewceyî bi şopandinê nîne'', daye.

DIXWAZIN SER KUŞTINÊ BIGIRIN

Tumay her wiha gotin li ser rapora otopsiyê tenê ''mirina edlî' dinivise û got, ''Dixwazin ser bigirin. Ti dijminê birayê min nebûn. Tîpa F'yê girtîgeha bi ewlehiya zê de ye. Li girtîgehê ji girtiyan re gotine, ''ne mirineke normal e, bila lênekolin.''