Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê û Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ya Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan çalakiyên heftane li dar xistin û daxuyanî dan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş “Çalakiya F” di hefteya 415’an de li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî sax dihêle” û wêneyên girtiyan hildan. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û lîstikvan Nûr Surer jî piştgiriyê dan çalakiyê.
REWŞA 50 JINÊN GIRTÎ GIRAN E
Ji endamên Komîsyonê Nergîz Şahîn daxuyanî xwend û da zanîn ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên jin. Şahîn anî ziman ku li gorî daneyên sala 2019’an 13 hezar û 33 girtiyên nexweş hene û hejmara girtiyên nexweş ên jin 110 kes hene û ji van jinan herî kêm 50 jinên girtî yên rewşa wan giran e.
Şahîn di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa van nexweşên jin ên rewşa wan giran û xwest girtiyên nexweş demildest werin berdan. Şahîn got ew 8’ê Adarê li jinên nexweş pîroz dikin.
ENQERE
Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 287’emîn de çalakiya heftane a ji bo girtiyên nexweş li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û gelek kes beşdar bûn. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Engîn Aydinalp ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê tê ragirtin. Serokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş. Kanat da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a welat girtîgeh û girtiyên nexweş in. Kanat bal kişand ser Aysel Koç a li Girtîgeha Sîncanê dawî li jiyana xwe anî û got pergala heyî Koç biriye mirinê û ew ê bibin şopdarê vê meseleyê.
‘HER ROJA DIÇE REWŞA WÎ GIRAN DIBE’
Kanat bal kişande ser rewşa girtiyê nexweş Engîn Aydinalp û got: “28 sal in girtî ye. Ji bo tahliyeya wî 2 sal û nîv maye. Her roja ku diçe rewşa wî girantir dibe. Di serî de divê Engîn Aydinalp û hemû girtiyên nexweş ên rewşa wan girtî demildest werin berdan.”