'Li girtîgehan her tişt derveyî mirovahiyê ye!'

Girtiyên siyasî yên li Girtîgehên Tîpa Fyê ya Bolûyê, Tîpa T’yê ya Duzceyê, Tîpa T’yê ya Îzmîrê û Tîpa F’yê ya Kandirayê namea şandin û diyar kirin ku bi Rewşa Awarte re hemû mafên wan hatine desteserkirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê zext û pêkutiyên derveyî mirovahiyê tê kirin. Destkeftiyên ku girtiyên siyasî bi berdêlên mezin bi dest xistine li ser navê Rewşa Awarte ji destê wan tên stendin. Nameyên ku ji girtîgehan tên, vê rastiyê derdixînin holê.

‘DIXWAZIN WEKÎ LEŞKERAN EM TEKMÎLÊ BIDIN’

Girtiyê bi navê Latîf Mollaahmetoglû yê ku ji girtîgeha Tîpa F’yê ya Bolûyê name şand di nameya xwe de qala van tiştan kir: “Dema ku em mafê xwe yê telefonê yê heftane bi kar tînin, dixwazin em wekî leşkeran tekmîlê bidin û vi tiştî ne bi tenê li ser girtiyan li ser malbatan jî ferz dikin.” Mollaahmetoglû diyar kir ku ew ê vê pêkanînê qebûl nekin.

LÊGERÎNA TAZÎ, SÎNORDARIYA LI SER PIRTÛK Û ZIYARETVANAN

Girtiya siyasî ya bi navê Selda Bûlût a ku ji Girtîgeha Tîpa T’yê ya Duzceyê nameyek şandiye qala pêkanînên derveyî mirovahiyê kir. Bûlût diyar kir ku dema ew ji girtîgeha Sîlîvriyê sirgunî ya Duzceyê bûye lêgerîna tazî li ser wê hatiye ferzkirin û ji ber ku wê ev tişt qebûl nekiriye, mehekê cezayê derneketina hevdîtinan lê hatiye birrîn. Bûlût destnîşan kir ku, li girtîgehan ew bi tenê dikarin 10 pirtûkan li ba xwe bihêlin û mafê wan ê telefonê yê heftane jî bûye ji du hefteyan carekê.

‘EM Ê NEHÊLIN KU MAFÊN ME XESP BIKIN’

Girtiyê bi navê Gurkan Turkoglû yê ku ji girtîgeha Tîpa F’yê ya Kandirayê nameyek şand jî diyar dike ku faksên wan tên astengkirin, nameyên wan tê sekinandin û nayên şandin, bi hinceta ku kamera hatine astengkirin piştî 10 dehan lêpirsîn tên vekirin lê girtiyên ku lêpirsîn li wan hatine vekirin di wê demê de ne li vir bûne, gelek hevalên me ji ber rînga bi hucreyî naçin nexweşxane û dadgehê. Turkoglû diyar kir ku wan ev maf bi berdêlên mezin bi dest xistine û ew ê ji bo van mafên xwe heta dawiyê têbikoşin.