Li girtîgehan çi dibe?
Hevserokê Şaxê Îzmîrê yê TAY-DER’ê Mûsa Karbadag, ku li Girtîgeha Şakranê girtî bû got, li Girtîgeha Şakranê bi navê 'Îsyana FETO' li ser girtiyên Kurd û şoreşger plana komkujiyê heye.
Hevserokê Şaxê Îzmîrê yê TAY-DER’ê Mûsa Karbadag, ku li Girtîgeha Şakranê girtî bû got, li Girtîgeha Şakranê bi navê 'Îsyana FETO' li ser girtiyên Kurd û şoreşger plana komkujiyê heye.
Bi Rewşa Awarte re yek ji saziyên ku hatî girtin jî Komeleya Hevgirtin û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TAY-DER) bû. Piştî ku sazî hate girtin hevserokê saziyê yê şaxê Îzmîrê Mûsa Karbadag jî hate girtin û 17’ê Çile serbest hate berdan. Karbadag di salên 90’î de tê girtin û 10 salan ceza dixwe. Ji wê demê ve jiyana xwe daye têkoşîna dijî mafên binpêkirî yên li girtîgehan. Karbadad ji 2012’an ve Hevseroktiya Şûbeya Izmîrê ya TAY-DER’ê dikir.
Karbadag got, "Li girtîgehan em hatine rewşa ku êdî gotin qediya ye." Karbadag bi Rewşa Awarte re behsa binpêkirina mafê mirovan a li Girtîgehan Şakranê kir.
KIRINÊN DIJÎ SINC Û HIQÛQÊ
Dema ku hûn li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan têdikoşiyan, hûn careke din hatin girtin. Di serî de Girtîgeha Şakranê, li ser rewşa dawî ya girtîgehan hûn çi dibêjin?
Pirsgirêka ku li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê diqewime, pirsgirêka sîstemê û avaniyê ye ku di weke barekî bi stûyê civakê ve hatiye kirin. Ev kêşe rejîmeke nû pêşniyar dike, ji bo vê jî stratejiyeke nû li ber civak û dewletê datîne. Ji bo vê jî heta ku negihije formeke yasayî wê xwîn ji vê birînê bie. Niha ji sîstema înfaza cezayê bigirin ta bi cihên ku înfaz lê têne kirin, kirinên dijî sinc û hiqûqê hene. Tişta ku jê re ‘ıslah’, ‘başkirin’, ‘standardîzasyona Ewropa’yê dibêjin, tîpên F û T bûye weke laboratuvarekê ku yekparetiya psîkolojîk hildiweşînin. Tê xwestin ku mêjiyê muxalefeta civakî li van laboratuvaran were hêrifandin.
Daxwazeke we ya biçûk a takekesî û kolektîf li dîwarê rêveberiya rêziknameyê, burokrasiyê dialiqe. Girtîgeha Şakranê ku ez jî lê girtî mam, bûye navenda êşkenceya fizîkî û psîkolojîk. Bi taybetî jî di nav kampûsê de, beşên ku T4 dest pê dike û beşa T3 ku herî dawî jê tehliye bûm û T2 zincîra binpêkirina mafê mirovan e û li van deran êşkenceya fizîkî tê kirin. Heke midûrê saziyekê ku berpirsê tendiristiya fizîkî û psîkolojîk e ji girtiyan re bibêje, ‘’du rûyên min hene, yek jê rûyê mirovan û yê din jî rûyê însanan, hûn kîjanî dixwazin?’’ êdî li wê girtîgehê ti hikmê gotinê nemaye. Heke mirov bixwaze kirinên 12’ê Îlonê, Ewren û efserê sondxwarî yê Esad Oktay bibîne, mirov dikare di kûrahiya gotinên vî midûrî de bibîne.
BI REWŞA AWARTE RE KURDÎ QEDEXE KIRIN
BI Rewşa Awarte re çi guherîn?
Têkildarî Girtîgeha Şakranê bi alîkariya medyaya alîgir hin gotin li civakê hatine empozekirin. Gotin girtiyên FETO wê serî rakin, li dijî vê jî balafirşikên û bi çekên wiha weke ku wê tiştên derasaî bibn hewayek çêkirin. Piştî vê propagandayê ewlekarî hildan asta herî bilin. Ji beşên ku hevalên jin lê ne bigirin heta bi beşên ku mêr lê ne zext çêbûn. Nema hiştin ku derkevin qadên hevpar, girtî ji hev îzole kirin, pirtûk, rojname, kovar nema dan. Dest li ser radyoyên Kurdî danîn. Di ketin û derketina odê de ferzkirin ku qerta naskirina girtî bi xwe ve bikin, li ser malbatên ku têne hevdîtinê lêgerîna rûmetşikîn, lêgerînên tazîkirinê dest pê kirin. Dema ku govend tê gerandin heqê ziyaretê ji destê wan tê standin. Kontenjana hevdîtina bi 3 kesan re li gelek girtîgehan betal bûye.
'PEYMANA KU TIRKIYEYÊ MOHRA XWE DANIYE BINÎ TÊ BINPÊKIRIN'
Li ser mijara tedawiya nexweşên girtî ti guherîn heye?
Hemû daxwazên me yên ji bo girtiyên nexweş li dîwarê bêdengî û sermijûlbûnê dikevin. Beriya Rewşa Awarte jî ev kêşe di rojava saziyên civaka demokratîk de bûn. Wê demê jî tedawiya wan nedihate kirin û niha jî. Beriya Rewşa Awarte hin sazî hebûn ku dengê wan digihandin derve lê niha terkî tênêtiyeke kerr hatine kirin. Heqê ku werin tedawîkirin bi fiîlî ji holê rabûye. Faysal Yacan ku ez li cem mabûm, ÎHD jî di nav de di gelek lîsteyên nexweşan de ne û her wiha Idrîs Çalişkan ku laşê wî di asta duyê de şewitiye û rîska enfeksiyonê heye nayên tedawîkirin. Ergîn Aktaş ku du çengên wî nîn in nayê tedawîkirin. Lê dewlet 2003’an îmze avêtibû Peymana Biyotip û Mafê Mirovan a Ewropa. Di vê peymanê de dibêje, ‘’Heke hûn tedawiya mirovê ku we dest li ser azadiya wî daniye hûn nakin, înfaza wan rakin’’ Lê dewlet li gorî van peymanan naçe û nexweşên girtî bi mirinê ve dihêle. Ji bo vê jî nexweşên bi navê Alî Alp, Yaşar Dere û Kasim li girtîgehê mirin. Mixabin ku min dît nêzîkatiya dewleta ya ku ji berê ve hatiye, ew nêzîkatiya nîjatperest a li girtiyên Kurd û muxalîfên siyasî ne guherî ye.’’
'JI KAPASÎTEYÊ ZÊDETIR GIRTÎ HENE'
Tê gotin li girtîgehan ji kapasîteyê zêdetir girtî hene, di vê der barê de hûn çi dibêjin?
Belê li girtîgehan di ser kapasîteyê re girtî hene. Di odeyên 8 kesî de me 18 kes diman. Li aşpêjê ji ber ku me nedikarî xwarinê bixwin, me xwarina xwe li ber hewaya sar, betanî li xwe dipêça û dixwar. Xwarinên ku têne dayin pir kêm bû. Rêveberiya girtîgehê çav berdaye heqê xwarina girtiyan û xwarinê kêmtir dide.
'BERIYA KU GIRTÎGEHA ŞAKRANÊ BIBE LABORATUVARA KOMKUJIYÊ DIVÊ HER KES TIŞTEKÎ BIKE'
Herî dawî tiştekî ku dixwazî bibêjî?
Beriya her tiştî li ser navê wan mirovên ku azadiya wan hatiye sînordarkirin, mafê wan hatiye binpêkirin, bi gelek nexweşiyên kujur re ketine qereka hev j spasiya xwe li xebatkarên çapemeniya azad dikim ji ber pêwendiya we ya li pirsgirêkên girtîgehan. Ez hezkirina, aştî, hêvî û berxwedêriya wan ku di wan zindanên bêhnpêketî, di wan kelehên zilmê de têkoşînê ta bi ta dihonin dişînim ji her kesî re. Nivîskarê navdar Dostoyevskî dibêje: ‘’Li cihê ku Xwedê lê nebe her tişt pêkan e’’ Bi ya min diviya bigota cihê ku Xwedê lê nebe her tişt pêkan e. Ji ber ku li cihê ku Xwedê lê nîn e edelat jî nîn e.
Gotina hevalekî ya, ‘’heval em bûne nifşê gom’’ ez pir êşandibûm. Sedema ku mirovên ku hê zû berdêla jiyaneke bi aştî, azadî û wekhev didin, ber bi fikirandineke wiha ve dibin sersariya me ye. Bi ya min hem ji bo dewletê û hem ji bo civakê heke krîtereke ûcdanî hebe ev jî bi empatî û têkiliya me girtîgehê ve girêdayiye. Hem bi giştî ji bo kêşeyên ku min gotin û hem jî ji bo girtiyan sibehî dikare dereng be. Beriya ku Girtîgeha Şakranê bibe laboratuvar divê her kes tiştinan bike.