Di demê Serokkomarê Tirk Abdullah Gul de girtiyên nexweşiya wan giran yên li girtîgehan ji nedîtî ve hatine û heya niha tenê girtiyekî siyasî yê nexweş hatiye berdan. Lê belê niha 259 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş li girtîgehan li benda mirinê ne, Serokkomarê Tirk Gul jî guh nade qîrîna girtiyan.
Di makezagonê de fikraya 2’mîn ya di madeya 104’mîn de rayeyê dide Serokkomaran ku “Cezayê kesên hertim nexweş, seqet û kalbûyîn kêm bike yan jî rabike.” Serokkomar bi vê madeyê dikarin girtiyên nexweş serbest berdin. Her çendî ku mafê jiyanê li ber çav hatibe gitin û ev made xistibe nava makezagonê jî, li Tirkiyeyê nayê bikaranîn. Li Tirkiyeyê di 12 salan de 273 girtiyên nexweş ji vê madeyê sûdwergirtin, di demê Serokkomarê Tirk Abdullah Gul de bi qasî girtiyên nexweş tune bike kêm hatine serbest berdan. Yek ji mînaka van jî Gule Zere ye, ku hatibû ber sînorê mirinê. Li gorî daneyên saziyên mafê mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê 259 girtiyên nexweş hene. Hema bêje nîviyê vana li ser sînorê mirinê ne, serlêdanên ku ji aliyê girtiyan ve tên kirin jî, Serokkomar çavê xwe lê digire.
DI 12 SALAN DE 273 GIRTIYÊN NEXWEŞ HATIN BERDAN
Li gorî îstatîstîkên Wezîrê Edaletê ji Serokkomartiyê wergirtî û bersiva pêşniyazpirsa Cihgira Koma BDP’ê Pervîn Bûldan dayî jî wiha ye; di navbera salên 2000-2012’an de girtiyên nexweş yên ji aliyê Serokkomartiyê ve hatine berdan 273’ê ne. Ev jî li gorî belavbûna li ser salan wiha ye: Sala 2001’an 15, 2002’an 93’,2003’an 123, 2004’an 9, 2005’an 5, 2006’an 2, 2008’an 3, 2009’an 7, 2011’an 8 û 2012’an jî 8.
SEROKKOMARÊ TIRK GUL TENÊ 1 GIRTIYÊ SIYASÎ SERBEST BERDA
Di demê 10’mîn Serokkomarê Tirk Ahmet Necdet Sezer de 184 girtiyên siyasî ji ber nexweşiyên xwe serbest hatin berdan, 11’mîn Serokkomarê Tirk Abdullah Gul ku di sala 2007’an bû Serokkomarê Tirkiyeyê jî, di 5 salên Serokkomartiyê de di sala 2008’an 3, 2009’an 7, 2011’an 8 û 2012’an de jî tenê 8 girtiyên nexweş serbest berda. Di demê Gul de di navbera salên 2007 û 2010’an de ti girtî nehatin berdan. Di demê Gul de tenê girtiya siyasî ya nexweş hatiye berdan Gule Zere ye. Zere jî ku di sala 2009’an ji ber sedema penceşêrê serbest hatibû berdan di Gulana 2010’an de jiyana xwe ji dest dabû.
GIRTIYÊN KU JI BER SEDEMA WERNÎCKE-KORSAKOF HATÎN BERDAN
Li gorî daneyan hema bêje hemû girtiyên ku li girtîgeha Tîpa F ketîn çalakiya birçîbûnê ya mirinê û ji ber ku vîtamîna B1 negirtibûn nexweşiya Wernîcke-korsakof lê hatibûn dîtin, ji aliyê Serokkomartiya demê ve hatibûn berdan. Di sala 2001’an de ji ber nexweşiya Wernîcke-korsakofê tenê yek nexweş tê berdan. Di carekê de ev hêjmar zêde dibe û di sala 2002’an de 69, 2003’an de jî digehe 102’an. Piştre ev hêjmar dikeve û di sala 2004 û 2005’an de yek kes tê berdan. Pir balkêşe ku, ji 185 girtiyên siyasî 174 girtî ji ber sedema vê nexweşiyê serbest têne berdan.
LI GIRTÎGEHAN 259 GIRTIYÊN SIYASÎ LI BENDA MIRINÊ NE
Daneyên Serokkomartiyê evin, lê li gorî girtiyên nexweş yên li girtîgehan rewş hîn xirabtire. Li gorî îstatîstîkên di demê cûda de ji aliyê saziyên mafê mirovan ve hatine amade kirin, li girtîgehên Tirkiyeyê 259 girtiyên siyasî bi nexweşiyên mirinê re rû bi rû ne. Tê diyarkirin ku, hêjmara girtiyên edlî jî baş nayê zanîn, ger girtiyên edlî jî li ser werin zêde kirin, ev hêjmar xwe li hezaran dide. Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehan ji aliyê Serokkomarê Tirk Gul ve ji nedîtî ve tê, ev dibe sedema mexdûriyeke mezin.
DI DEMA AKP’Ê DE 118 GIRTIYÊN DIN YÊN NEXWEŞ LI LÎSTEYÊ ZÊDE KIRIN
Li gorî vê “Rapora 2011 ya Girtîgehan ya Lijneya Şûpandina Girtîgehan” ku ji aliyê DÎSK, KESK, TTB, ÇHD, TÎHV, ÎHD, TAYAD, TUYAD û TUAD-DER’ê ve hatî aşkera kirin, di sala 2011’an de li girtîgehan hêjmara girtiyên nexweş gihaye 141’an. Di dema hikumeta AKP’ê di nava salekê de 118 girtiyên din yên nexweş zêdebûn. Beşek mezin yê girtiyên nexweş yên li girtîgehê ne di wê rewşê de ne ku bi tena xwe pêşwîstiyên xwe pêkbînin, her wiha li rexmî rapora nexweşxaneyê jî Serokkomarê Tirk Abdullah Gul çavê xwe li girtiyên nexweş digire.