Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence li girtiyan tê kirin
Girtiyê bi navê Sînan Çelîk bi rêya nameyekê ragihand, ku 20 gardiyanan êrîşî wî û du hevalên wî kirine û ji ber lêdanê rewşa hevalê wî Yalçin Keskîn xerab e.
Girtiyê bi navê Sînan Çelîk bi rêya nameyekê ragihand, ku 20 gardiyanan êrîşî wî û du hevalên wî kirine û ji ber lêdanê rewşa hevalê wî Yalçin Keskîn xerab e.
Girtiyê bi navê Sînan Çelîk, ku di sala 2014’an de di bûyerên 6-7’ê Cotmehê de hate girtin, bi 450 salan cezayê girtîgehê ceza lê hate birîn û ew şandin Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpêtê. Çelîk bi rêya nameyekê zext û binpêkirina mafan ên li dijî wî û hevalên wî hate kirin, vegot. Çelîk di nameya xwe de ragihand, li girtîgehê 20 gardiyanan êrîşî wan kirine û ji ber vê lêdanê rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.
Çelîk di nameya xwe de diyar kir ku ji ber lêdanê ser, çav, nav, pişt û lingên wan werimî ne. Çelîk da zanîn ku ji ber lêdanê rewşa hevalê wî Yalçin Keskîn cidî ye, bi çavê xwe yê rastê baş nabîne û bi tena serê xwe li hucreyekê tê girtin.
Çelîk da xuyakirin, ku piştî wan ev rewş ragihandiye ber destê dozgeriyê, rêveberiya girtîgehê jî der barê wan de lêpirsîn daye destpêkirin û wiha got: "Li gel ku birînên cidî yên min û hevalên min hene jî me nebirine revîrê. Piştî çend rojan dema me rewş bir ber destê dozgeriyê em birin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî ji bo me hersêyan jî rapora derbkirinê hate dayîn."
Çelîk di dewama nameya xwe de diyar kir ku tevî rewşa Yalçin Keskin nebaşe jî ew hê li hucreya yek kesî tê girtin û banga li raya giştî kir.