Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê zext û sîrgun

Diyar bû ku zextên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê zêde bûne û 26 girtî hatine sirgûnkirin.

Ergîn Atabey ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimîne di hevdîtina bi malbata xwe re ragihand ku li girtîgehê zext zêde bûne. Birayê Atabey Erol Atabey ragihand ku birayê wî wiha gotiye; “Provakasyon û zextên Midûrê Girtîgehê li ser girtiyên siyasî zêde bûne. Bi pêkanînên keyfî girtiyên siyasî tên tecrîd kirin. Beriya hefteyekê 26 hevalên me sirgûnî Kayserî hate kirin. Di nav girtiyên hatine sirgûnkirin de Mahmût Yamalak, Aydin Şaka, Adydin Sogut û Sadik Hazan jî hene.”


Girtî Atabey got; “4 seatên rojê yên derketina derveyê kirine seatek, derî heta dawiya rojê girtî ne. Em li dijî ti zextan serî natewînin’’ û banga hestiyariyê li raya giştî kir.