Li Girtîgeha Sîlîvriyê têkiliya girtiyan ji hev qut kirin

Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan girtin ser qawîşan, qawîş û blok guherand. Ji ber vê jî têkiliya di navbera girtiyan de qut bû

Abdurrahîm Baybars ê di Girtîgeha Sîlîvriyê de telefonî malbata xwe kir û qala zextên li ser girtiyan kir.

Baybars diyar kir ku di 7’ê Cotmehê de gardiyanan girtine ser qawîşan û qawîş û blok guherandine.

Baybars diyar kir ku têkiliya wan û hevalên wan hatiye birîn û ji wan re hatiye gotin wê hinek girtî sewqî bloka E’yê û girtiyên din jî wê sewqî Girtîgeha Nimreya 3’an werin kirin.

Baybars ragihandiye ku Wezareta Edaletê ev ferman daye û di destê sibehê saet di 04.00’an de qawîşên wan hatine guherandin.

Baybars diyar kir ku tevî 13 kesan ew birine qawîşeke wekî qefesê ya ku ser wê bi têlan hatiye girtin û têkiliya wan a bi hevalên wan re hatiye birîn.

Baybars ragihand ku wan tu agahî ji girtiyên ku birine Bloka E’yê nestendine û diyar kir ew nizanin êdî wê wan bibinku derê.

Abdulkadîr Baybars ê di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê de ye û birayê Abdurahîm Baybars e telefonî malbata xwe kir. Baybars ji ber Doza Nisêbînê girtî ye û di hucreyeke yekkesî de ye. Baybars diyar kir ku ew 23 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Abdulkadîr Baybars di sala 2016’an û vir ve girtî ye û 4 sal in di hucreyeke yekkesî de ye. Baybars dixwaze ji vê hucreya yekkesî derkeve.