Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê 28 girtî di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê 28 girtî di greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê 28 gitî di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û bi cezayê muhebetê girtî di hucreya yek kesî de têne girtin û tu ewlehiya canê wan tuneye.

Girtiyan anî ziman ku di girtîgehan de timî lêgerîn tê kirin û gotin: “Her roj bi hincetên cuda cezayê tecrîdê li girtiyan tê birîn û heta li girtiyan gef tê xwarin.“ Girtiyên jin bal kişandin li ser mirinên bi guman ên di girtîgehan de jî wiha gotin: “Ji bo şermezarkirina pêkanînên li girtîgehan ji 27’ê Mijdarê û vir de 28 girtiyên jin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan kiriye.“

‘MIRINÊN BI GUMAN MIROVAN DIXE NAVA FIKARÊ‘

Daxuyaniya girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê girtin wiha ye:

“Bi salan e li ser hevdû darbest ji girtîgehan derdikeve. Di meha kanûnê de Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Abdulrezak Şûyûr, Îlyas Demîr, Vedat Erkmen û Salîh Tugrul hatin qetilkirin. Ev mirinên bi guman hemû girtiyan dixe nava fikarê. Divê mirinên bi guman werin ronî kirin û berpirsyar werin cezakirin. Di şexsê 7 hevalan de em hemû şehîdên girtîgehan bibîrtînin. Em ê mîrata wan ya têkoşînê mezin bikin.

Tedewiya girtiyên nexweş nayê kirin û girtiyên cezayê muhebetê girtine bi tena serê xwe di hucreyên yek kesî de têne girtin û tu ewlehiya canê wan tuneye.

Divê malbatên hevalên me yên şehîd û girtiyên siyasî bi tenê neyên hiştin. Heta ku bertekên xurt neyên nîşandan wê dawî li van pêkanîna neyê.

JI RÊVEBERÊN GIRTÎGEHÊ GEF

Nêzîkatiya rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê faşîstane ne. Hin lêgerîn bi şêweyê serdegirtinan tên kirin. Bi hincetên cuda timî cezayê ragihandin û hevdîtinê tên birîn. Berdana bi dehan girtiyan ji ber hincetên cuda 3-6 mehan hatin taloqkirin.

Di serdegirtina di 24’ê Kanûna 2021’an de, midûra yekemîn Aysun Guner weke ku li ber wê de çek heye nîşan da û bi awayek vekirî gef li girtiyan xwar.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Li tiştên li vir biqewime destpêkê midûr Aysûn Guner, midûra duyemîn Olca Horasan, Candaş, şef Soner, sergardiyan Arîf û gardiyanên din berpirsyarin. Em înfaz û nêzîkatiyên rêveberiya girtîgehê bi tundî şermezar dikin. Divê dawî li vê pêkanînê were. Tendirustî û canê girtiyên siyasî di talûkê de ye. Ji bo em vê pêkanînê şermezar bikin ji 27’ê Kanûna 2021’an û vir de em dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan dikin.“