Li Girtîgeha Duzceyê êşkence li çalakgerên grevê hate kirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê rêveberiya girtîgehê êşkence û zextan li girtiyên siyasî dike.
Li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê rêveberiya girtîgehê êşkence û zextan li girtiyên siyasî dike.
Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê rêveberiya girtîgehê êşkence û zextan li girtiyên siyasî dike. Rêveberiya girtîgehê girtiyan dixe odeya bi sînger û destê wan ji paş ve kelepçe dike.
Girtiyan name ji ANF’ê re şandin û di nameyê de qala rewşa xwe kirin. Girtiyan xwestin ku bila heyeteke parêzer, bijîşk û psîkolog werin girtîgehê. Girtiyan diyar kirin ku ev êşkence bi awayekî sîstematîk tê kirin. Derket holê ku êşkence li çalakgerên greva birçîbûnê jî hatiye kirin.
ÊŞKENCE KIRIN Û NEBIRIN REVÎRÊ
Girtiyan di nameya xwe de diyar kirin ku 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê êşkence tê kirin. Girtiyan di nameyê de qala van tiştan kirin: “Ji Nîsana 2018’an û vir ve zext zêde bûne. Di 18’ê Gulanê de di şevekê de girtin ser qawîşê û li me girtiyan dan. Dema ku malbat hatin serdanê, birînên li ser rûyê me dîtin. Piştî derbkirinê em nebirin revîrê jî. Di nav me de girtiyên nexweş jî hebûn. Me xwest wan bibin revîrê lê rêveberiyê got ku, ‘Ev hê destpêk e.’ Me gelek caran xwest em bi gerînendeyê girtîgehê re bicivin lê destûr nedan. Malbatan daxwaznameyên gilîkirinê dan lê lêpirsîn nehate vekirin û bi ser de cezayên hucre, telefon û hevdîtinê li me birîn.”
BANGA BIHÎSTYARIYÊ
Girtiyan diyar kirin ku wan ev êşkence birine meclîsê û banga bihistyariyê li raya giştî û rêxistinên mafan kirin. Girtiyan diyar kirin ku ji ber ku wan ev êşkence ragihandina meclîsê rêveberiya girtîgehê cezayê hucre, telefon û hevdîtinê li wan birîne.
Girtiyan bal kişandin ser vî tiştî ku girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne jî ceza li wan hatiye birîn û xwestin ku bila heyeteke parêzer, bijîşk û psîkologan were serdana wan.