Li Girhok, Serêkaniyê û Girê Spî pevçûn

Li Girhok, Serêkaniyê û Girê Spî pevçûn

Hate ragihandin ku li herêmên Kobanê, Serêkaniyê û Girkê Legê di encama pevçûnên di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de 35 çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şevêdin li Serêkaniyê komên çekdar xwestin ji aliyê Til Xelef ve êrîş pêk bînin. Li ser bersivdayîna hêzên YPG'ê şer derket û di encamê de wesayîtek ku doçka li ser heye hate rûxandin û 8 endamên çeteyan hatin kuştin.

 Li herêma Girkê Legê jî şevêdin li derdora gundê Girhok di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de şer dekte. Di encama pevçûnên ku heta serê sibehê cîh bi cîh dom kirin de 9 endamên komên çete hatin kuştin.

 Li Girê Spî jî komên çete ji gundê Bîrkino topên hawanê avêtin gundên derdorê. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê li hemberî êrîşkaran çalakî lidar xist. Hate ragihandin ku di encama çalakiya ku şevê din saet derdora 01.00'an de destpê kir û heta saetên serê sibehê dom kir de 2 wesayîtên ku doçka li ser in hatin rûxandin û 18 endamên komên çekdar hatine kuştin.

Hate gotin ku di pevçûnan de şervanekî YPG'ê jî jiyana xwe ji dest daye.