Li Girê Spî 9 çeteyên El Nusra hatin kuştin
Li Girê Spî 9 çeteyên El Nusra hatin kuştin
Li Girê Spî 9 çeteyên El Nusra hatin kuştin
Çavkaniyên herêmî dan diyar kirin di pevçûnên duh êvarî de ên li gundê Sûsik yê Girê Spî (Til Ebyed) 9 endamên komên çekdar yên Dewleta Iraq û Şam/Eniya El Nusra hatine kuştin.
Çavkaniyên herêmî dan diyar kirin di saetên duh êvarê de Yekeniyên Parastina Gel (YPG) dijî komên Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El Nusra yên li derdora gundê Sûsik bicih bibûn çalakiyek lidar xist. Hate zanîn ku di vê çalakiyê de 4 endamên komên çete hatine kuştin. Çavkaniyan diyar kirin ku dema komên çeteyan xwestine ji gundê Til Exder topê hawanan bavêjên gundê Sûsik, topê wan bi wan teqiya ye û di encam de 5 çete ji heman koman hatine kuştin.
Li gora çavkaniyan di wan pevçûnan de hate niha 9 endamên koman hatine kuştin.