Li Girava Java keştî binavbû: 21 mirî

Li Girava Java keştî binavbû: 21 mirî

Li Girava Java ya Endonezyayê, di encama binavbûna keştiya penaber dibirin de, herî kêm 21 kesî jiyana xwe ji dest da.

Keştiya masîvaniyê ya ku nêzî 100 kes têdebûn, bi sedema ku hîna nayê zanîn çima binavbûye, hat ragihandin ku dinava yên jiyana xwe ji dest dayîn de zarok jî hene. Bi dehan kes jî hêj windane.

Keştiya ku ji bo ji Endonezya biçe Avusturayayê ketî rê, tê payin ku zêdetirî penaberên ku têde ji Ûrdûn, Libnan û Yemenê bûn. Hat ragihandin ku li herêmê xwebatên lêgerînê berdewam dikin.