Li Geverê dema wesayita leşkerî derbas bû, teqîn çêbû

Li navçeya Geverê ya Colemergê dema wesayita leşkerî derbas bû, teqîn çêbû. Gelek ekîbên tendiristiyê şandin cihê teqînê.

Li gorî agahiyên ku hatine standin li ser rêya Gever-Şemzîanê li dehma di navbeyna gundên Memkava û Yêkmala Jêrî, dema ku mînîbûsa zirxî ya leşkerî derbas dibe, teqîn çêbûye.

Gelek ekîbên tendirstiyê çûne cihê teqînê, encama teqînê hê nehatiye dayin. Lê hate gotin leşkerên birîndar ku di nav wan de yên pirpirk jî hene rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Her wiha hate diyarkirin hin leşkerên ku bi giranî birîndar bûne rakirine nexweşxaneyên Wanê.