Li Gemlîkê erdhej

Li Kendava Gemlîkê ya li Derya Marmarayê bi mezinahiya 5.1 pileyî erd hejiya.

Li gorî Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) li Kendava Gemlîkê ya Derya Marmarayê bi mezinahiya 5.1 pileyî erdhejek pêk hat.

Hate ragihandin erdhej li peravên navçeya Mûdanya ya Bûrsayê bi 9 kîlometreyî li binê erdê pêk hat.

Bajarên Stenbol, Bûrsa, Kocaelî û Sakaryayê bi erdhejê hesiyan.