Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin

Li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hat pîrozkirin.

CEJNA NEWROZÊ

 

Bi hezaran kesên ku li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê bi beşdarbûna zêde ya jin û ciwanan li dora agirê Newrozê li hev civiyan, dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin.

ÎDIR

Li gundê Qereq ya girêdayî navenda Îdirê Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qada gund hate lidarxistin û Hevşaredara Îdirê Nejla Kum, Hevşaredara Xelfeliyê Yildiz Tendîk Parîn û bi sedan kes beşdar bûn. Jinên ku li gund bi meşaleyan meşiyan, tim û tim dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Jinên ku bi meşaleyan hatin qada Newrozê ya li gund, agirê Newrozê vêxistin. Piştî vêxistina agirê Newrozê koma humermendên herêmî derketin ser dîkê. Bi sedan kesên ku bi stranên Newrozê govendê gerandin, bi yek dengî “Newroz pîroz be” berz kirin.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê pîrozbahiyên Newrozê li navçeyên Toroslar û Tarsûsê dewam kirin.

Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya ku li Taxa Fahrettîn Paşa ya Tarsûsê hat lidarxistin bûn. Di pîrozbahiya ku beşdarbûnek zêde ya ciwanan hebû de fîşekên hewayî hatin avêtin û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

Li navçeya Toroslarê jî li ber avahiya DEM Partiyê pîrozbahî hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û girse li dora agir govend gerand.

EDENE

Li navçeya Yuregir a Edeneyê jî Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku li bi banga DEM Partî û TJA’yê li Taxa 19’ê Gulanê li hev civiyan, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ve "Jin, Jiyan, Azadî" Newrozê bi coş pîrozkirin.

Piştî ku agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aşitiyê ve hate vêxistin, girse li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin.