Li gelek bajaran bi çalakiyan deng dane berxwedana girtiyan

Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên xwedîderketina li berxwedana zindanan hate kirin û hate xwestin ku ji dengê girtiyan re ku li dijî tecrîda Imraliyê li ber xwe didin bibin deng.

Çalakiyên xwedîderketinê yên li berxwedana grêva birçîbûnê yên li zindanan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27'ê Mijdarê dest pê kiribû, didomin. Di serî de li Mêrdîn, Şirnex, Riha, Izmîr û Enqere, li gelek bajaran çalakî hatin kirin.

Di çalakiyan de hate xwestin ku tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, demildest rabe û bang li raya giştî hate kirin ku bihistyar bin.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Hevberdeva HDP'ê Ebrû Gunay, rêveberên bajêr û naçeyan û Dayikên Aştiyê hazir bûn.

Dayika Aştiyê Nûrê Tarlak got, ''Ez bang li hemû dayikan û derdoran dikim. Em deng bidin zindnan. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne.''

Hevseroka Navçeyê ya HDP'ê Hêvîdar Dînç jî bang li hemû derdoran kir li dijî desthilatê têbikoşin û bibin dengê girtiyan.

Hevberdevka HDP'ê û parlamenter Ebrû Gunay jî got yek ji daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û ya dî jî dixwazin binpêkirinên mafê mirovan wê li zindana bi dawî bibe.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî li avahiya rêxistina navçeya Silopyayê çalakî hate kirin.

Hevserokê Navçeyê Kadîr Kunur axivî û got, ''Ji daxwazên girtiyan, ewlehiya wan û tendiristiya wan hikûmet berpirs e û divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.''

Parlamentera Şirnexê Nûran Imîr jî got, ''Îro di şexsê girtiyan de dixwazin li ser hemû gelên li Kurdistanê û Tirkiyê tecrîdê deynin. Dixwazin girtîgehan bikin goristan. Lê em jin û gel em ê li dijî vê rawestin û li dijî van kirinên kêfî têbikoşin.''

RIHA

Li Rihayê jî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniya çapemeinyê hate dayin. Parlamenter Omer Ocalan, Ayşe Surucu û Dayikên Aştiyê, gelek kes hazir bûn.

Parlamenter Ocalan dema daxuyaniya çapemeniyê axivî û got, ''Li girtîgehan di serî de Rêzdar Ocalan li ser her kesî tecrîd tê danîn. Em vê roja înê bangl i mirovan û rêveberan dikin ku aştiyê pêk bînin. Ji bo berjewendiya siyasî ne heqê kesî ye ku vî welatî ber ji kendalan tehf bidin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li Girava Imraliyê bi salan e tecrîd didome. Ev ne mirovî û ne hiqûqî ye. Em ê li dijî tecrîdê rawestin û bang li her kesî dikin ku xwedî li berxwedanan zindana derkevin.''

Parlamenter Ayşe Suruc jî axivî û got, ''Çi dema ku tecrîda hatiye girankirin li Tirkiyê şer gur bûye. Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin dest pê bikin. Em vê tecrîdê qebûl nakin.''

ENQERE

Li Enqerê li rêxistina Bajêr a HDP'ê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Dema daxuyaniya çapemeniyê Federasyona 78'ên Şoreşger, Kesk û Partiya Çepgir a Siberojê, Hewldana Şoreşger a 78'an û endamên şûbeya ÎHD'ê ya Enqerê hazir bûn.

Hevseroka Bajêr Pakîze Sînemîlloglu axivî û got, ''Ji wê rojê ve ku hevdîtina parêzeran a bi Rêzdar Ocalan re hatiye qedexekirin û heta niha desthilata AKP'ê ku nahêle civaka Tirkiyê aştiyê bîne rojevê, ne tenê li ser Imraliyê, li ser hemû civakê dixwaze tecrîdê deyne.''

Sînemîllîoglu her wiha got, ''Çalakiya grêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo ku şertên girankirî werin rastkirin û Rêzdar Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne, dest pê kiriye, di roja 50'î de didome.''

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî rêxistina Bajêr a HDP'ê li ber Naveda Çandê ya Turkan Saylan çalakî kir. Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Murat Çepnî, Endamên Meclîsa Partiyê, Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu û xizmên girtiyan hazir bûn.

Hevserokê Bajêr Kadir Buydur daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, tecrîda ku bi rengekî girankirî didome sûcê mirovahiyê ye.

Buydur bang li raya giştî kir ku guh bidin daxwazên girtiyan ku ketiye grêva birçîbûnê û xwedî li daxwazên wan derkevin.

Parlamenter Serpîl Kemalbay jî tecrîd cara pêşî li Imraliyê hatiye danîn û piştre li ser hemû zindanan û civakê hatiye berbelavkirin.

Parlamenter Murat Çepnî jî got girtîheh bûne cihê êşkenceyê û diyar kir, ''Em ji mej ve dibêjin tecrîd ne tenê li Imraliyê û ne tenê li dijî gelê Kurd e, rengê rêveberiyê ye. Niha jî hemû welat hatiye rewşeke wiha ku bi qeyûm û rejîma tecrîdê tê rêvebirin. Li dijî vê nehiqûqiyê girtîgeh bangekê dikin. Dibêjin li dijî vê êşkencê û rejîma qeyûm rabin. Peywira me ye ku em ji wan re bibin deng. Divê em daxwazên wan bi rengekî xurt deynin holê û bigihînin gel.''