Li Gebzeyê polîsan dîsa êrîşî çalakiya rûniştinê kir

Li Gebzeyê çalakiya dayikan a li dijî tecrîdê di roja 27’an de didome. Îro polîsên Tirk dîsa xwe li dayikan ranegirt û êrîş bir ser dayikên ku çalakiya rûniştinê pêk anî.

Dayik, bi armanca ku piştgirî bidin zarokên xwe yên ji bo protrestokirina tecrîdê ketî greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê pêk tînin.

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn û parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu jî tevlî çalakiya Gebzeyê bûn.

Ji 9’ê Nîsanê ve her roj malbatên ku dixwazin li ber girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin, careke din ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

Malbat her roj li Gebzeyê bi êrîşa polîsan re rû bi rû dimînin.