Li Gaziyê pevçûnan heta sibê berdewam kir

Li Gaziyê pevçûnan heta sibê berdewam kir

Bi sedan kesên li taxa Gazî ya Stenbolê hatin cem hev, kuştina Ahmet Atakan ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin protesto kirin.

Di saetên êvarê de koma li cadeya Îsmet Paşa civiya, barîkat avakirin û rê girtin. Piştî polîsan mudaxale kir, çalakgeran bi molotof û keviran bersiv da û heta derengiya şevê berxwedan berdewam kir.

Li taxa Tuzluçayir a Enqereyê û Armutluya Hatayê jî duh êvarê bi hezaran kesên hatin cem hev çalakiyên protestoyî berdewam kirin û piştî êrîşa polîsan pevçûn derket. Di dema pevçûnan de kesek birîndar  bû û hate hînbûn ku rewşa wî baş e.