Kurdistaniyên ku li bajarên Rennes û Evry yên Fransayê hatin cem hev û 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bi şahiyan pîroz kirin
Şahiya ku li salona Cormier ya bajarê Rennes yê dikeve Rojavayê Fransayê bi sedan Kurdistaniyên li herêma Lorient jiyan dikin beşdar bûn. Di şahiyê de Serokê Giştî yê Kongreya Gel Remzî Kartal axaftine kir û balkişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Her wiha Remzî Kartal di axaftina xwe de behsa çalakiya birçîbûnê jî kir û da diyarkirin ku, berxwedana çalakiya birçîbûnê ya li zîndanan careke din polîtîkayên AKP’ê teşhîr kirin.
Kartal dan zanîn ku, Tirkiye bi awayek korsanwarî dest dirêjahiya destkeftiyên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê jî dike, Kartal destnîşan kir ku, gelê Kurd dê van nêzîkatiyan qebûl neke û dê vana jî vala derxe. Bê navber gotinên Kartal bisloganên “Bê serok jiyan na be” hate qut kirin.
Piştî axaftinan sînevîzyokî dîroka PKK’ê vedigot hate pêşkêş krin. Weke din di şahiyê de Komeleya Çanda Kurdî ya Amara ya Rennesê plaket dan rêveberiya xwe û kesayetên di xebatê de serkeftî. Di pîrozbahiyê de birêzê ve Alî Gul, Yuksel, Erdogan Kahraman, Canê û Kawa derketin ser dikê.
Pîrozbahiyên ku heya direngî şevê dom kirin bi girêdana dîlanê re bidawî bû.
LI EVRYÊ PÎROZBAHIYA BICOŞ
Bi sedan Kurdistanî biboneya pîrozkirina 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê li herêma Evry ya Fransayê hatin cem hev. Şahiya ku bi axaftinên Hevserokê Meclîsa Evry Kadir Taştan û Siyasetmedarê Kurd Suleyman Guneylî destpê kir, bi sînevîzyon û folklore dewam kir. Piştî tembûr lêdana koroya zarokan ya Komeleya Mem û Zîn, Hemê Hacî, Sosin, Hozan Remzî, Hozan Diyar, Ergîn Xelikan, Nuarîn, Koma Newa û dengbêj derketin ser dikê.