Li Fransayê ji bo 3 gerîlayan mala sersaxiyê hat danîn

Li Fransayê ji bo 3 gerîlayan mala sersaxiyê hat danîn

Li bajarê Creîl a Fransayê,  di rojên borî de ku nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dabûn hatin aşkera, mala serxaniyê hat danîn.

Fermandariya Biryargeha HPG’ê roja pêncşemê danezanek weşand û diyar kir ku gerîlayê bi navê kod Nevzat Erdal (Cemil Atabay) gerîlayê bi navê kod Denîz Bradost(Ekrem Aksoy) Firat Amed bi navê kod (İsmail Uzunbey) di sala 2010’an de li qadên Parastina Medya di encama koployê de jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew wek HPG’ê dê hesab bipirsin.

Malbata Denîz Brados (Ekrem Akoy) li bajarê Creîl mala şînê danî. Şîna li Komeleya Kurd a Fransayê hat danîn tazîyên her sê gerîlayan tê qebûlkirin.