Li Fransayê di sersalê de li dijî şewitandina wesayîtan tedbîr

Li Fransayê di sersalê de li dijî şewitandina wesayîtan tedbîr

Li Fransayê di sala nû de ji bo ku li dijî çalakiyên şewitandina wesayîtan bi deh hezaran polîs û cenderme ketin nava tevgerê. Sala borî nêzî 2 hezar wesayît hatin şewitandin.

Wezîrê karê hundir Manuel Valls, da zanîn ku ji bo sersalê 9 hezar li Parîsê, li seranserê welat 53 hezar polîs û cenderme hatine peyewirdarkirin.

Wezîr got hinek herêm dê bi awayekî taybet bên kontrol kirin û bi taybet herêmên Brotonya û Alsace. Valls got dê bîlançoya şewitandina wesayîtên sersalê vebêjin.

Her sal li Fransayê çalakiyên şewitandin wesayîtan pêk tê. Lê di navbera 2007-2012’an de ev hinek kêm bûye.

di sersala ku diket sala 2009’an de 1147 wesayît hatin şewitandin, di 2010’an de 1137 wesayît hatin şewitandin. Di 2011’an de 950 wesayît hatin weşandin. Di 2012’an de 1193 wsayît hatin şewitandin û 339 kes hatin binçavkirin.