BI DÎMEN

Li Fransayê dengdayîn didome

Hilbijêrên li Fransayê bi otubûs û wesayîtên taybet ên ku ji aliyê Platfroma Na ya Fransa û hevparên wan ve hatîn girtin, diçin ser sindoqan.

 

 

Li paytexta Fransa Parîsê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku li Vîlleneuve-Saint-Georges, Creîl, Noyan, Chenu, Vîllîers le bel, Drancy ve Les Mûreaûx xebatan dide meşandin û bi konvoyekî wesayîtan li sefaretxaneya Parîsê dengê xwe bikartînin.

Lİ bajarên Fransa, Montpelîer, Lîlle û Metzê ji aliyê NCDK û AKM ve li navendên diyar bi wesayîtên taybet û otubûsan diçin sefaretxaneyê.

Hevserokê NCDK Vîlleneûve-Saînt-Georges Mahmût Han axivî û wiha got: "Em îro bi girseyî hatine dengê xwe bikarbînin. Xebatên me yên hilbijêran dibe ser sindoqan wê heta 9'ê Nîsanê bidomîn. Em bang li hemû kesên xwe dengê xwe didin dikin. Li dijî sepandina sîstema faşîst a dîktatoriyê, hemû gel hêj bêhtir bi hestiyarî tevbigerin û biçin ser sindoqan dengê NA bikarbînin û rê nedin faşîzim û dîktatoriyê."