Li Fransayê çalakiyên ji bo televîzyonên Kurd dewam dikin

Li bajarên Parîs û Roûen ên Fransayê, ji bo televîzyonên Kurd ên hewl tê dayîn bên girtin çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Parîs û Roûen ên Fransayê, ji bo televîzyonên Kurd ên hewl tê dayîn bên girtin çalakî hatin lidarxistin.

ROÛEN

Li bajarê Roûen ê herêma Normandîe yê Fransayê, bi armanca xwedîderketina li televîzyonên Kurd çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de AKP û Eûtelsat hatin şermezarkirin û hat ragihandin, Yekîtiya Ewropa ku dersa demokrasiyê dide cîhanê, li hemberî gelê Kurd durûtiyê dike.

Çalakî li ber avahiya qenala TF3 a li Roûenê weşanê dike hate lidarxistin û kedkarên çapemeniyê jî çalakî şopandin.

Çalakgeran gotin, "Eger weşanên me tine bin, bila televîzyon ji we re be" televîzyonên bi xwe re anî bûn danîn ber TF3.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, bi heman armancê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li banliyoya Drancy meşek hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn.

Kurdistanî bi qîrîna dirûşmên "NA ji sansura Erdogan-Eûtelsatê re" heta banliyoya Bobîgnyê meşiyan.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li vê herêmê Alî Alici di dema çalakiyê de axivî û destnîşan kir, ku polîtîkayên durû yên Fransa û gelemperiya Ewropayê li hemberî Kurdan, ne yên qebûlkirinê ne.

Di dawiya çalakiyê de ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya sibe li ber avahiya Eûtelsatê, ku wê saet di 13:00 de bê dayîn, banga tevlîbûnê hate kirin.