Li Frankfûrtê Kurdistanî û dostên wan ji bo Ocalan meşiyan
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ya Frankfûrtê ve hate organîzekirin û bi sedan kes beşdarî meşê bûn.
Meş saet 16:00’an li pêşiya gara trenê ya Frankfûrtê destpêkir . Di meşê de pankarta ‘Ji Kurditanê re statu, ji Ocalan re azadî ‘ û ‘Erdogan li Kurdistanê komkujiyan dike’ hatin vekirin.
Di meşê de wêneyên Ocalan hatin hildan û meş heta qada Haûpwache dom kir. Li vir mîtîngek hate lidarxistin û mîtîng ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û di axaftinan de daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan hate kirin û li dijî bêdengiya sazî û hikûmetên Ewropa nerazîbûn hate nîşandan.