BI DÎMEN

Li Faransayê bi hezaran kes ji bo Şengal û Rojava di çalakiyê de bûn

Li Parîsê bi hezaran kes ji bo polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk protesto bikin di nava çalakiyan de bûn.

Li paytext Parîs a Fransayê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan bi hezaran ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojava protesto bike meşiyan.

Çalakiya ku li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinê NCKD ên li Parîs û derdorî wê, bi beşdariya nûnerên ACTÎT û Eniya Çep a Fransayê hate destpêkirin.

Di meşa saet 16:00’an li Qada Repûblîqûe yê hate lidarxistin de, çalakgeran pankarta “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdisanê derkeve” û dowîzên “Dewleta Tirk Şengal û Rojava bombe dike” hilgirti.

Di tevahiya meşê de dirûşimên “Bijî Berxwedana Rojav û Şengal” hate qirkirin de, belavok hatin belavkirin.

Li Qada Bastîlê jî mîtîngek hate lidarxistin û Hevserokê CDK-F’ê Vedat Bîngol axivî, bêdengbûna Ewropa ya li hember êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Nedîtina berxwedana ku gelê Kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya di serî de bûye bela serê Fransa û welatên Ewropayê nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk bi vê êrîşkirinê re dixwaze çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Reqayê derbên giran dixwin nefesek hileye. Erdogan serokê van çeteyane.

Em weke Kurdên ku li Ewropa dijîn her roj ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava û Şengalê em ê li qadan bin.”

Nûnerê Partiya Însoûmise Jean Lûc Melenchon a Fransayê Tradel Pascal axaftinek kurt kir û got: “Em piştgirî didin berxwedana gelê Kurd. Em di wê zanabûnê dene berxwedana ku gelê Kurd dike ne ji bo wan tenê ye, ji bo siberoja hemû cîhanê ye. Em carekî din didin nîşandan ku em li pişta we ne.”

Nûnerê PYD’ê yê Fransa Xalît Îsa û Berdevkê HDK-Fransa Îbrahîm Seydo Aydogan jî axivîn û banga berxwedanê kirin.

Mîtîng bi dirûşma “Bijî Berxwedana Kurdistanê” ve bi dawî bû.