Li Eyupsûltanê çalakiya li dijî polîsan
Li Eyupsûltan a Stenbolê, Milîsên Aynûr Ada yên KBDH'ê li polîsan dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wê ji edaleta jinan xilas nebin."
Li Eyupsûltan a Stenbolê, Milîsên Aynûr Ada yên KBDH'ê li polîsan dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wê ji edaleta jinan xilas nebin."
Milîsên Aynûr Ada yên Tevgera Demokratîk a Jinan a Yekbûyî li Eyupsûltan a Stenbolê, li dewriyeya polîsan dan.
Di daxuyaniya nivîskî ya têkildarî mijarê de hate gotin, "7'ê Mijdarê li Eyupsûltan a Stenbolê dijminên gel ên ku nîvê şevê li dewriyeyê digeriyan, polîsên ber deriyê qesrê bûn hedefa Milîsên me yên Aynûr Ada yên KBDH'ê."
'DEWLETA TECAWIZKAR DI HEDEFA ME DE YE'
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Rêxistina polîsên qesrê ku veguheriye hêlîna destavêtin, destdirêjî û êşkenceyê, ji ber dijminatiya xwe ya li jinan û gel tên xelatkirin, li dadgehên qesrê tên parastin, ji aliyê desthilatdariyê ve tên xelatkirin. Heman hêza polîsan li ser 'şahidê veşartî-îtirafkirinê' ku veguherandine rêbazeke êrişê ya faşîzmê, pêla girtinê, dîlgirtinê dewam dike. Yên ku bi komployan, bi gefxwarinê beyanan didin îmzekirin û hewl didin şoreşgeran dîl bigirin, bila baş zanibin ku ew şefên we yên polîsan ên komploger jî, Mûsayên we yên tecawizkar jî wê ji edaleta jinan xilas nebin. Hesabpirsîna me wê ne li qesrên edaletê bin, wê bi fîşekên me yên mor ên ji pêşengên jinan Aynûr, Ceren, Sarya, Delalan wergirtiye bê kirin.
Çalakiya me di çarçoveya banga seferberiya şoreşger a 'Têkoşîna azadiya jinê wê bi ser bikeve, faşîzm wê hilweşe' di salvegera 1'emîn a şehadeta Aynûr Ada de ji bo bîranîna wê hatiye lidarxistin."