BI DÎMEN

Li Ewropayê şermezakirin didomin: Em rê nadin AKP’ê

Kurdistaniyên li Ewropayê çalakiyên xwe yên şermezakirina faşîzma AKP/Qesrê didomînin. Di çalakiyan de binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê hate şermezarkirin û ev peyam hate dayin: ‘’Gelê Kurd wê serê xwe ji rejîma AKP’ê re netewîne’’

Kurdistaniyên li Ewropayê çalakiyên xwe yên şermezakirina faşîzma AKP/Qesrê didomînin. Di çalakiyan de binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê hate şermezarkirin û ev peyam hate dayin: ‘’Gelê Kurd wê serê xwe ji rejîma AKP’ê re netewîne’’

BASEL

Li Basel a Swîsreyê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de operasyonên AKP’ê yên bi ser şaredarî û hilbihartiyên Kurd bi tundî hatin şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan li Qada Claraplatz bi şîara ‘’Li dijî zilmê berxwedan heqe e’’ hatin cem hev û bi Elmanî danezan hatin xwendin.

Di çalakiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin berzkirin û her wiha li dijî zextên qirker ên dewleta Tirk jî bertek hate nîşandan, dostên Kurdan ên Swîsrî jî destek dane çalakiyê. Wekîlên kantona Baselê û pêkhateyên HDK’yê yên Baselê jî li çalakiyê hazir bûn.’’

ZURİH

Li Zurîh a Swîsreyê bi sedan Kurdistanî û dostên wan binçavkirina Kişanak û Anlî şermezar kirin.

Çalakî bi pêşengtiya DEM-KURD, Meclîsa Gel a Zûrîhê, Tevgera Jin a Swîsre û HDK-Zurîhê li navenda bajêr Helvetîaplatzê pêk hat.

Di çalakiyê de Ibrahîm Şenturk li ser navê DEM-KURDê axivî û bang kir ku bi giştî li berxwedana Amedê xwedî were derketin.

KOPENHANG

Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê bi şîara, ‘’Em ê rê nedin faşîzma AKP-DAIŞ’ê’ çalakiyeke şermezariyê hate pêkanîn.

Çalakî bi pêşengtiya Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê pêk hat. Meşa protestoyî li Vesterbros Torvê dest pê kir û li ber şaredarihya Kopenhagê qediya.

Di daxuyaniya çalakiyê de operasyonên qirkirina siyasî ya ku bi destê AKP/Qesrê pêk tên hatin şermezarkirin û her wiha girtina televizyonên Kurd jî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Hişmendiya ku hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli binçav kirî, bi awayekî şer li dijî gelê Kurd ragihandine. Lê ev gel wê serê xwe ji rejîma AKP’ê ya faşîst û Erdogan re netewîne. Li dijî vî şerî ku di şexsê Kişanak û Anlî de li dijî gelê me hatiye ragihandin em ê li her deverê li ber xwe bidin.’’

 

...