Li Ewropayê bi rihê Efrînê Newroz..

Li Ewropayê Kurdistaniyan û dostên wan bi rihê berxwedanê yê Efrînê Newroz pêşwazî kirin.

Li Ewropayê Kurdistaniyan û dostên wan bi rihê berxwedanê yê Efrînê Newroz pêşwazî kirin.

HANAU

Li bajarê Hanau yê Elmanya Newroz hate pîrozkirin.

Bi pêşengiya NCKD û Meclîsa Jinan a Nûjîn ji Freihetisplatzê heta bi NCKD meşek hate kirin.

Bi sedan kes meşiyan û berxwedana Efrînê, YPG-YPJ hate slavkirin. Faşîstên Tirk prokavasyon kirin lê Kurd nehatin provakasyonê.

BREMEN

Li Bremenê ya Elmanyayê Kurdistaniyan Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana Efrînê hate slavkirin.

Beriya pîrozbahiyê bi hezaran Kurdistanî ji Bremen Sîelwalê heta bi Parlamentoya Eyaletê meşiyan û dagirkeriya Tirk û çeteyên wan ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Çalakgeran hevkariya Elmanya, NATO, NY ya bi Tirkiyê re ya li ser dagirkirina Efrînê şermezar kirin û gotin, ‘’Merkel pereyan dide, çeteyên Tirk bombe dikin.’’

OSLO

Li Oslo ya Norwêçê Kurdistaniyan û dostên wan ji bo Efrîn û Newrozê meşiyan.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber stestoyana trênê hatin cem hev û heta bi Parlamentoya Norwêçê, bi pankarta ‘Newroza Efrînê pîroz be’ meşiyan.

PARÎS

Li paytexta Fransayê Parîsê jî Kurdistanî û dostên wan Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku bi rihê Kawayê Hesinkar didome slav kirin û li Meydana Repuqliqeyê agirê Newrozê pêxistin.

Kurdistanî û dostên wan li ber Gar de Lestê hatin cem hev û gotin, ‘’Efrîn ne tenê ye’, ‘’Li dijî despotîzma Erdoğan Kurd li ber xwe didin’ û heta bi meydana Republiqe meşiyan.

Kurdistaniyan û dostên wan li dora êgir kom bûn û gotin, ‘’Gelên berxwedêr wê bersivê bidin Deheqên serdemê.’’

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî Kurdan il Meydana Leidsepleinê Newroz pîroz kirin.

Li ser navê NCDK’ê Sakî Mîtanî axivî û got, ‘Em ê şînê negirin, ji ber ku em têk neçûne. Rengê şer me guherand. Em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.’’

DEN HAAG

Li Den Haagê ya Hollanda jî Kurdan Newroz pîroz kirin û berxwedana Efrînê slav kirin.

Di pîrozbahiyê de hate gotin, ‘’bijî Serok Apo’, ‘’Bijî Berxwedana Efrînê’’.