Li Eşrefiyê şer: 10 kuştî

Li Eşrefiyê şer: 10 kuştî

Li Taxa Eşrefiyê ya Helebê pevçûn di navbera Lîwai Cebhet El-Ekrad û hêzên rêjîma Baas de rû da. Di encama pevçûnan de 10 leşkerên rêjîma Baas hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Yek ji fermandarên Lîwai Cebhet El-Ekrad Ehmed Xedûr ragihand ku duh di saetên şevê de pevçûn di navbera çekdarên wan û hêzên rêjîma Baas de li herêma derdora çerxeriya yekem a Eşrefiyê û li nêzî postexaneya taxê rû dan e. Xedûr, da zanîn ku di encama pevçûnan de 10 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û bi dehan birîndar bûn e.