Li Eşrefiyê pevçûn: 15 leşker hatin kuştin
Li Eşrefiyê pevçûn: 15 leşker hatin kuştin
Li Eşrefiyê pevçûn: 15 leşker hatin kuştin
Li Eşrefiyê di encama çalakiya şervanên Lîwai Cebhet El-Elekrad de pevçûn rû dan. Di encama pevçûnan de 15 leşker û alîgirên rejîmê hatin kuştin. Her wiha gelek avahiyên ku di destê alîgirê rêjîma Baas de bûn hatin desteser kirin.
Berdevkê fermî yê Lîwai Cebhet El-Ekrad Selah Cibo ku ji ANHA’yê re axivî, diyar kir ku îro şervanên wan li Taxa Eşrefiyê ya Helebê çalakî li dijî leşkerên rêjîma Baas û alîgirên rejîmê li dar xistine.
Di encama çalakiyê de pevçûn derketiye. Cibo, da zanîn ku di pevçûnên wê êvarê de 15 leşkerên rejîmê û alîgirên wan hatine kuştin. Her wiha gelek avahiyên ku rêjîm tê de bicih dibû li nêzî çerxeriya yekem a Eşrefiyê desteser kirine.