Li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Eregliya Konyayê bi dehan girtiyên siyasî ji 4’ê Cotmehê û vir ve di greva birçîbûnê ya deh rojî ya bêdawî û bidorveger de ne.
Girtiyên bi navê Faîk Bûdak, Fatîh Baran û Remzî Akyurek ji 16’ê Mijdarê û vir ve, çalakiya xwe veguherandin greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger.
Hat ragihandin ku 3 girtiyên din jî ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Hate hînbûn ku dema girtiyan telefonî malbatên xwe kirine navên kesên tevlî çalakiya birçîbûnê bûne dane, telefon hatiye qutkirin.
Berê jî dema girtiyan binpêkirinên mafan radigihandin, telefon dihatin qutkirin.
Ji girtiyên ku telefonî malbata xwe kir Mehmet Işiktaş, diyar kir qutkirina telefonan bûye tiştekî sîstematîk
Işiktaş wiha got: “Piştî wekîl û parêzerên ku çûn girtîgehê zext û heqaret zêde bûn. Nahêlin ev tecrîd û zilma giran eşkere bibe. Bi taybetî jî naxwazin tecrîd bê bihîstin. Em di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û ev hejmar bi surgunên ji girtîgehên din zêde dibe. 3 hevalên din ên Amedê sirgûn kirin û anîn vir. Çend ji wan dest û lingên wan tune bûn jî, di hucreyên yekkesî de hatin bicihkirin. Ji ber ku bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin, me ji rêveberiya girtîgehê xwest ku wan bixe qawîşên sê kesî. Lê belê daxwaza me hat redkirin. Heta silav û axaftin bi hevalên me jî li me qedexe kirin. Êdî em nikarin nefesê bistînin. Sê hevalên me yên din jî li dijî van binpêkirinên mafan û şert û mercên giran ên tecrîdê yên li girtîgehê ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Çi dibe bila bibe em ê vê greva birçîbûnê û têkoşîna xwe bidomînin."
Malbata Işiktaş diyar kir ku dema Mehmet Işiktaş dikira navên girtiyên beşdarî greva birçîbûnê bûne bida, telefon hatiye qutkirin.